Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

.

A+A-

- Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde bo dema rojekê navber bo perwerdê hat dayîn û dibistan hatin girtin.

Li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistnê bi taybet jî bajarên Herêma Serhedê ev çend roj in berfeke zêde dibare û bandorê li jiyana welatiyan dike. Ji ber barîna berfa zêde li beşeke navçeyên parêzgehên  Mûş, Agirî, Bedlîs, û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê bo dema rojekê  perwerde hat rawestandin.

Li gor daxuyaniyên ku ji aliyê qeymiqamiyên navçeyên Hîzan û Norşîn yên parêzgeha Bedlîsê ve hatine belavkirin, ji ber barîna berfa zêde û bandora nerênî ya keşûhewayê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021ê dê li wan navçeyan dibistan girtî bimînin.

Li navçeya Hewaran a Agiriyê jî îro ji ber barîna berfa zêde hemû dibistan  hatin girtin.

Herwiha li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê jî ji ber barîna zêde ya berfê û bandora wê ya li ser rêyan perwerdeya bi awayê veguhastinê rawestiya.

Parêzgariya Mûşê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Çarşembê ji ber berfa zêde û şertûmercên neguncav ên keşûhewaya navçeyê, îro Çarşembê navber bo perwerdê hatiye dayîn.

Li aliyê din hat ragihandin ku li beşek ji navçeyên 11 parêzgehên Tirkiyê jî ji ber barîna berfa zêde dibistan hatine girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin