Li 15 gundên Bedlîsê qedexe

Li 15 gundên Bedlîsê qedexe

Biryar ji ber operasyonên ku li wan herêman tên encamdan hatiye wergirtin

A+A-


Li 15 gund û mezrayên ser bi Bedlîsa Bakûrê Kurdistanê ve qedexe hat ragihandin.
 
Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li 15 gund û mezrayên ser bi wî bajarî ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.
 
Li gor daxuyaniya parêzgariyê, li gund û mezrayên Îçgeçit, Çalıduzu, Yavuzlar, Yukarıolek, Aşagiolek, Ilicak, Ogulcak, Uçevler, Kalupat, Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Başmaklı, Karakuş, Dutkoy, Bayramalan ên bi ser navenda bajêr ve ji demjimêr 20.00ê 23ê Tîrmehê heta fermaneke din qedexe hatiye ragihandin.
 
Herwiha di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ji ber operasyonên ku li wan herêman tên encamdan ew biryar hatiye wergirtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin