Leyla Zana hat desteserkirin

Leyla Zana hat desteserkirin

Parlamentera Agirîyê ya HDPê Leyla Zana ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agirîyê dihat meşnadin hatiye desteserkirin.

A+A-

Leyla Zana hat desteserkirin

Hate ragihandin ku Leyla Zana dema ji gund ber bi Amedê ve diçû li kontrola rê ya li navçeya Farqînê ji aliyên hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve hatîye desteserkirin.

Parlamentera Agirîyê ya HDPê Leyla Zana ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agirîyê dihat meşnadin hatiye desteserkirin. Hat zanîn ku Zana birine Edliye ya Amedê.

Parlamentera Agirîyê ya HDPê Leya Zana di 15ê Mijdara 2015ê de di sonda Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de di şûna ”Miletê Tirk” ”Miletê Tirkiyeyê” bi kar anî bû û sonda wê nehatibû pejirandin.

Û di 6ê Mijdara 1991ê de gava cara pêşîn bibû parlamenter  di sondxwarina Meclîsê de jî bi kurdî gotibû ez vê sondê ”ji bo biratîya Kurd û Tirkan” dikim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin