Leşkerên Tirkiyê agir berdan zeviyên Efrînê

Leşkerên Tirkiyê agir berdan zeviyên Efrînê

Welatiyên wê deverê diyar kirin ku nêzîkî 7-8 hiktar ji zeviyên ku dar lê hatine çandin, şewitîne.

A+A-

Li gor  BasNewsê; Leşkerên Tirkiyê agir berdan zeviyên herêma Efrînê ya Kurdistana Rojava û gule li welatiyên ku hewl dan agir vemrînin, reşandin.

Hêzên arêşa Tirkiyê duh di saetên serê sibehê de agir berdan zeviyên navçeya Raco ya herêma Efrînê, di encamê de gelek zevî şewitîn.

Li gorî agahiyên ku xelkê devera Raco dane, dema gundiyan dixwestin agir vemirînin leşkeran gule davêtin wan û nedihîştin agir vemirînin. Fîşekek li lingê welatiyekî wê deverê jî ket û birîndar kir.

Welatiyên wê deverê diyar kirin ku nêzîkî 7-8 hiktar ji zeviyên ku dar lê hatine çandin, şewitîne.

Beşek mezin ji zeviyên xelkê Efrînê li ser sînorê Bakûr û Rojava ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin