Leşkerên Tirk welatîyekî Rojavayê Kurdistanê kuşt

Leşkerên Tirk welatîyekî Rojavayê Kurdistanê kuşt

Welatiyê bi navê Ehmed El-Ibêd 40 salî ye ji bajaroka Til Eran a girêdayê rojhilatê Helebê ye, ew bavê 7 zarokan e.

A+A-

Leşkerên Tirkiyê welatiyekî ji bajaroka Til Eran dema hewl dida ji aliyê Bakur ve derbasî Rojava bibe, kuşt.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Ibêd 40 salî ye ji bajaroka Til Eran a girêdayê rojhilatê Helebê ye, ew bavê 7 zarokan e.

Dema hewl dida di sînorê gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê re ji aliyê Bakur derbasî aliyê Efrînê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin.

Tê zanîn ku bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.

RojavaNews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin