Leşkerên Îranî kolberê berî 3 mehan zewicî kuştin

Leşkerên Îranî kolberê berî 3 mehan zewicî kuştin

.

A+A-

 Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasewanên sînorî yên Îranê kolberê bi navê Sedullah Yûnisî yê ku 3 meh berê zwicîbû kuştin û birayê wî jî birîndar kirin.

Di 22ê Tîrmehê de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê 25 salî Sadullah Yunusî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin û birayê wî yê bi navê Elî jî bi giranî birîndar bû. Hat ragihandin beriya ku kolbrên ji gundê Glê Sûrê bên gulebarankirin ti hişyarî nehatiye dayîn.

Sadullah Yunusî li pey xwe çîrokek bi êş hişt. Derket holê ku Yunusî 3 meh berê zewicîbû. Li aliyê din hat hînbûn ku bavê Sadullah 10 sal berê koça dawî kiriye û dayîka wan bi tena serê xwe eadullah û du birayên wî mezin kiriye.

Piştî evîna 4 salan Sedullah Yûnisî û Gezîze Yûnisî dizewicin lê tenê 3 meh pîştî zewaca wan Sedullah di encama gulebarana pasewanên sînorî yên Îranê de tê kuştin.

Kuştina Sedullah bûkeke 21 salî û dayikeke xemgîn a ku ji ber koça dawî ya bavê wan zêdetirî deh sal berê Sedullah û du birayên wî bi tena serê xwe mezin kiribû li pey xwe hişt.

Gezîze hevjîna Sedullah bi çavên girî ji Rûdawê re behsa hejînê xwe kir û got “Em sê meh berê zewicîn. Sedullah ji min pir hez dikir û her tim digot 'Xeyala min ew e ku ez hemû daxwazên te pêk bînim`. Plana wî ew bû ku ji karê kolberiyê hinek pere kom bike ku em herin bajêr bijîn û ji xwe re xaniyek çêkin.”

 

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin