Leşkerên Îranê kolberekî Kurd kuştin

Leşkerên Îranê kolberekî Kurd kuştin

Li gor zanyariyan, Selam Emînî zewicî bûye û 3 zarokên wî hene û herwiha hevjîna wî jî ducanî ye.

A+A-

Li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, hêzên Îranê teqe li grûpek ji kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberek hat kuştin.

 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, bûyer êvara roja yekşemê 25ê Tebaxê li sînorê bajarê Bane ya ser bi parêzgeha Sineyê ve çêbûye. Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin, ku hêzên Îranê li navçeya sînorî ya Nenûr a bajarê Baneyê teqe li kollberan kirine.

 

Di encama gulleberdana hêzên Îranê de, kolberê bi navê Selam Emînî hatiye kuştin, ku kurê Mihemed e û temenê wî jî 30 sal bûye.

 

Li gor zanyariyan, Selam Emînî zewicî bûye û 3 zarokên wî hene û herwiha hevjîna wî jî ducanî ye.

 

Roja çarşemiya bihorî jî grûpek ji kolberên Kurd li devera Biradost a ser bi bajarê Urmiyê ve ketibûne kemîna hêzên Îranê û ji ber teqekirina wan hêzan, kolberê bi navê Sadiq Ewrazî, kurê Harûn bi dijwarî birîndar bibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin