Leşkerên Erdoxan li Serêkanîyê bi ”derewan” start dan!

Leşkerên Erdoxan li Serêkanîyê bi ”derewan” start dan!

Lê ew jî bîrve dikin bi derewan êdî biratîya tirk û kurdan ne muteber e; şûşa dilê şîkestî cebar nabe!

A+A-

"Ocaxên Osmanî" ku xwe wek leşkerên serokomarê Tirk Erdoxan dihesibînin û dibînin,li navçeya Serêkanîya bajarê Rihayê bi semînara xwe ku  dixwazin ”kultur û medenîyeta osmanî” belav bikin dest bi çalakîya xwe kirîye.

Li gor serokê giştî yê Ocaxên Osmanî A.Kadir Canpolat  dê li seranserê Tirkiyeyê di lîseyan de semînerên bi vî hawayî bihên dayîn.

Semînera Serîkanîyê bi destûra Mudurîyeta Perwerdeya Milî ya Serêkanî li Lîseya Anadolîya Îmam Xetîbê hatîye lidarxistin û li gel xwendekaran karmendên îdarî yên Serêkanîyê jî bêşdar bûne.

Armanca semînerê ew e ku di lîseyan de kultura osmanî bi neslên nû bidin naskirin û ruhê biratî û yekîtîyê jîndar bigrin.
Lê ew jî bîrve dikin bi derewan êdî biratîya tirk û kurdan ne muteber e; şûşa dilê şîkestî cebar nabe!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin