Lêpirsîn di derbarê Buldan û Temellî de hatîye destpêkirin

Lêpirsîn di derbarê Buldan û Temellî de hatîye destpêkirin

Li dijî her du hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsîna operasyona Rojavayê Kurdistanê hatîye destpêkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ji ber daxiyanîyên Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Perwîn Buldanê yên di derbarê operasyona rojhilatê firatê de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgerî her du hevserokên HDPyê bi bangeşekirina terorê û bêrûmetkirina Komara Tirkîyê tohmetbar dike.

Duhî Tirkîyê operasyona leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên şer yên F-16 û topxaneya Tirkîyê dest bi bombebarana gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin.

Hevserokên çar partî û rexistinên wekî HDP, DBP, KCD, HDKê bi daxuyanîyeke hevbeş li dijî operasyonê derketibûn û êrîşa Tirkîyê ser Rojavayê Kurdistanê wekî jenosîdkirina Kurdan binavkiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin