Lêkolînvana Harvardê: Bêtirî 400 girtîgehên nihênî li Iraqê hene û hikûmet cihê piraniya wan nizane

Lêkolînvana Harvardê: Bêtirî 400 girtîgehên nihênî li Iraqê hene û hikûmet cihê piraniya wan nizane

.

A+A-

Vera Mironova li Zanîngeha Harvardê lêkolînvan e. Nêzîkî 9 heyvan bi Yekîneya Zêrîn a Artêşa Iraqê re kar kiriye. Bi sedan çekdarên girtî yên rêxistina DAIŞê re axiviye. Du kitêb li ser dadgehkirina tometbarên şer û rewşa zindanên Iraq û Sûriyê nivîsiye.

Ew lêkolînvan dibêje "Zindanên Iraqê bi tometbarên rêxistina DAIŞê tije ne. Bêtirî 11 hezar tometbarên DAIŞê tenê di zindana Nasriyeyê de desteserkirî ne. Bêtirî 6 hezaran ji wan cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê dipên".

Herwisa ji Vera Mironova re eşkere bûye ku bêtirî 400 girtîgehên nihênî li Iraqê hene, ku tew hikûmeta Iraqê jî cihê piraniya wan nizane, çunkî wek ew dibêje "Di bin destê komên çekdar de ne".

Sîstema dadwerî û rewşa zindanên Iraqê cihê dilgiraniya rêxistinên mafên mirovan e li cîhanê.

Şehyan Tehsîn: Li gor agahiyên we, hejmara çekdar û endamên rêxistina DAIŞê di girtîgehên Iraqê de çend e? Çend ji wan hatine dadgehkirin?

Vera Mironova: Spas ji bo dawetkirina min. Derbarê hejmara çekdarên DAIŞê di zindanan de, ez bawer nakim kes hejmara wan zanibe. Çend sedem ji vê re hene. Yekem, Iraq hejmarê eşkere nake. Duyem, heke merem kesên di zindanên fermî de ne, pêwîst e em hejmara wan kesan jî zanibin ku di zindanên nefermî de ne. Bi piştgirêdana bi wan gotûbêjên ku min bi polîs û dadgerên Iraqê re encam dane, ji min re gotin ku ji % 20-30 ji zindanên Iraqê ne ser bi hikûmetê ne. Em nizanin kî kê girtiye û li kû. Herwisa, hêj guhastina tometbarên biyanî yên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê berdewam e. Lewma ez bawer nakim pêkan be bersiva vê pirsê bê dayîn.

"Ji % 20-30 ji zindanên Iraqê ne ser bi hikûmetê ne"

Li gor texmîna we, hejmara çekdar û endamên rêxistina DAIŞê li girtîgehên Iraqê çend e û bêtir ji kîjan welatî ne?

Hejmara ku ez dizanim, wek nimûne tenê hejmara jinên biyanî yên DAIŞê ku li zindana Resafeyê girtî ne, nêzîkî 800-850 jinan e. Ji hemû welatên cîhanê ne, lê piraniya wan ji welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê ne. Hin ji welatên Rojavayê ne jî lê hindik in. Dibe ku di nav wan de yek duyên din hebin ku ji welatên din in. Piraniya wan ji welatên rojhilatê Ewropa û Asyaya Navîn in.

Rewşa wan di zindanan de çawa ye?

"Hejmara jinên biyanî yên DAIŞê li zindana Resafeyê nêzîkî 800-850 jinan e"

Rewşa hemû zindanan xerab e. Çend zindan hene ku em wan nas dikin û dikarin serdana wan bikin. Em dizanin rewşa zindanan hergav xerab e, lê ez dikarim bêjim rewşa wan zindanan baş e. Min ji wan xerabtir dîtiye. Ez bêtir ji wan zindanan dilgiran im ku em wan nas nakin û nikarin serdana wan bikin. Çêdibe rewşa wan zindanan pir xerab be, çunkî çavdêrî li ser wan nîne. Ez dizanim li Zindana Til Kêfê ku taybet e bi kesên bi endamtiya DAIŞê tometbar in, rewş pir xerab e. Me hemûyan ew wêne dîtin ku girtî li ser hev hatine komkirin. Dilgiraniya me ya herî mezin derbarê zindana nûciwanan e. Çunkî li zindana nûciwanan, ji bilî xerabiya rewşa zindanê, arîşeyên din jî hene wek destdirêjiya seksî û hin tişên din. Ne zindaneke baş e.

Li twitterê we vîdyo belav kirine ku di wan de biçûk derdikevin ku heta niha jî bîr û baweriyên DAIŞê di serên wan de mane. Ez dixwazim rewşa jin û zarokên DAIŞê ji we bipirsim?

Derbarê jin û zarokên biyanî yên DAIŞê li Iraqê, ez nikarim bêjim di nav zindanê de bûne tundrew. Ew her bi vî rengî bûn dema hatin û niha jî weke xwe ne. Piraniya wan piştgiriya DAIŞê dikin. Ev dikare bê fêmkirin. Lê ya balkêş ew e, min têbînî kir ew bêtir piştgiriya DAIŞê dikin li gor wan jinên DAIŞê ku di zindanên Sûriyeyê de ne. Şîrovekirina vê pir sade ye, çunkî jinên biyanî yên DAIŞê ku li Sûriyeyê ne, eger heye bikarin vegerin welatên xwe, lê ev ji bo jinên biyanî yên li Iraqê ne ne pêkan e. Ez dizanim tiştekî bê mane ye, lê gelek jinên DAIŞê li zindanên Iraqê hêj hêvî dikin çekdarên DAIŞê bên û wan ji zindanên Bexda û Resafeyê azad bikin. Ku egera vê qet tune. Lê ev tekane hêviya wan ji bo rizgarbûna wan e. Hin ji wan cezayê bidarvekirinê li ser wan e. Hinek girtiyên heta-hetayî ne. Welatên wan ew wernegirtine, ne tenê ji ber ku hikûmetên wan ew wernegirtine, lê belê çunkî Iraq wan radest nake, çunkî li vir hatine cezakirin. Lewra tê fêmkirin ku tekane hêviya wan ew e DAIŞ wan rizgar bike. Lewra piştgiriya wê dikin.

"Ez ji wan zindanan dilgiran im ku em wan nas nakin û nikarin serdana wan bikin"

Qala bertîldanê tê kirin, qala îşkencekirinê jî tê kirin. Qala wan kesan tê kirin ku dibe ku ne endamên DAIŞê bin, lê di bin îşkenceyê de ew gotin kirine. Agahiyên we hene xelkê li zindanan pere û bertîl dabin da rewşa wan baştir bibe û neyên îşkencekirin?

Qasî dizanim jinên biyanî yên DAIŞê nehatine îşkencekirin. Ne tenê nehatine îşkencekirin, kesî destê xwe jî nedaye wan. Carekê gotegot çêbibû di navbera nobedarên wan jinan de. Jinan bi xwe ji min re qal kir ku nobedar pir miqate ne û bi ti awayî destên xwe li wan nadin û wan naêşînin. Lê rewş ji bo wan girtiyan cuda ye ku şêniyên Iraqê ne. Çunkî çavê hemû xelkê li ser biyaniyan e, lê çêdibe ewên xelkê Iraqê ne çi bixwazin bînin serê wan. Jan û îşkencedana zêde heye bo çekdarên DAIŞê ku xelkê Iraqê ne yan kesên bi endamtiya DAIŞê tometbar in. Çêdibe li ser kêşeyekê, li ser cînarê xwe kesek hatibe tometbarkirin.

"Egera wê yekê heye jinên biyanî yên DAIŞê li Sûriyeyê vegerin welatên xwe"

Ti agahiyeke we heye li ser şêwaza birêveçûna dadgehkirina endamên DAIŞê yan kesên bi endamtiya DAIŞê tometbar in. Kîjan dadgeh vê proseyê birêve dibe û çend kes hatine cezakirin an bidarvekirin piştî ku wek tawanbar hatine nasandin?

Mixabin hejmar li ba min nînin. Çunkî ev ne zanyariyeke eşkere ye. Li Zindana Til Kêfê, ez li dadgehkirina çend çekdarên DAIŞê amade bûm. Herwisa ez li dadgehkirina çekdarên biyanî yên DAIŞê li Dadgeha Resafeyê amade bûm. Rast e ew dadgeh li gor qanûnê hatine kirin û em dikarin li wir amade bibin, lê çûna nav wan dadgehan bêhed zehmet e. Divê tu moletê ji hemûyan werbigirî da tu li wir hazir bî. Ez rojnamevaneke biyanî me ku ji Zanîngeha Harvardê re jî dixebitim, lewra min karî li wan dadgehan hazir bim. Lê çûna hundir pirr zehmet e. Ji xêzanên tometbaran re qet rê nayê dayîn.

Nêrîna te li ser şêwaza dadgehkirina wan çi ye? Tu dibêjî kesên ku tometbar in, dadgeh yan dadgerekî dadmend wê proseyê birêve dibe?

"Jan û îşkencedana zêde ji bo çekdarên DAIŞê ku xelkê Iraqê ne heye"

Hin ji rûniştinên dadgehê bê kêşe bûn. Lê piraniya dadgehkirinan bêman ne. Ya li dadgehên Iraqê tê kirin li ti welatekî din nayê pejirandin. Dadgehkirineke 10 xulekî bi amadebûna du şahidhalên nenas. Tometbar dibêje ez hatime îşkencekirin û lêkolîn ligel îşkenceder nayê kirin. Ev bi ti awayî ji dadmendiyê ne nêzîk e. Ti egerek jî nîne ji bo temyîzkirinê. Proseyeke temyîzkirinê heye lê di hin dozan de ku ez ji wan serwext im, piştî temyîzkirinê ceza hate girantirkirin.

Li gor qanûnê her tometbarek mafê wî heye parêzerê wî hebe. Mafê wî heye têkiliya wî bi xêzana wî re hebe. Gelo kesek heye hatibe tometbarkirin lê bêtawan be? Kes heye bergiriyê li wî tometbarî bike?

Min çavpêketin ligel dehan parêzer kir ku wek parêzer dixebitin, ez nabêjim bergiriyê li tometbaran dikin. Du curên parêzeran hene, hinek dadgeh wan destnîşan dike ku li ba min wek pêkenok e. Eşkere dibêjin kerba wan ji karê wan vedibe, lê daxwaz ji wan hatiye kirin bikin. Parêzer li dadgehê rûdinin û wan gotinan dubare dikin ku dozgerê giştî dibêje. Lewra ew tenê li wir hazir dibin, xizmeta ti meremekê nakin. Eşkere jî dibêjin mûwekîlên wan tawanbar in û divê bêne girtin. Bêguman ev tenê bi nav dadmendî ye. Hin parêzer hene ku bergiriyê li tometbarên DAIŞê dikin, lê kirêya wan pirr giran e. Ev jî tê fêmkirin çunkî ew kar pir xeter û metirsîdar e. Carna parêzer hatiye girtin ji ber bergiriya tometbarên DAIŞê kiriye. Heke kesek bixwaze bergiriyê li DAIŞê bike DAIŞ e heke na kê bergiriyê li DAIŞê dike? Ev karekî pirr metirsîdar e. Kesên li dadgehê bergiriyê li tometbarên DAIŞê dikin li Mûsilê, li Iraqê najîn. Çunkî metirsîdar e. Rojane gef li wan tên xwarin.

Agahiyên we hene hejmara kesûkarên çekdar û endamên DAIŞê li kampên Iraqê çiqas e? Ew kamp li kîjan parêzgehan e?

"Tişta li dadgehên Iraqê dibe li ti welatekî din nayê pejirandin"

Erê gelek xêzan hene li dorhêla Mûsilê di kampan de dijîn ku haya min ji rewşa wan heye. Min bihîstiye dê Kampa Hemam Elîlê were girtin. Lewma divê herin deverên xwe. Gava min çavpêketin bi wan re kir, gotin em venagerin, çunkî xeternak e. Cînarên wan hene bi destê DAIŞê jan kişandine dibe ku wek tolvedan wan bikujin. Derewan nakin. Piştî şerê Mûsilê ez tevî polîsên bajêr li wê derê mam. Her şev 2-3 kes li navçeyeke Mûsilê dihatin qetilkirin. Ew kes bi tometa hebûna pêwendiyên wan ligel DAIŞê dihatin kuştin. Bêyî ku werin dadgehkirin. Tenê polîsan digot, me termek dîtiye li ser kolanan û va em ê herin rakin.

Tu mameleya hikûmeta Iraqê bi kesûkarên çekdarên DAIŞê re, li kampan û derveyî wan çawa dibînî?

Bi nêrîna min mamelekirin ligel şêniyên kampan xerab e. Çunkî li Mûsilê min çavpêketin bi xelkê re kir, ku dawiya dawî li wir bûm xêzanên DAIŞê hêj di kampan de bûn. Kamp jî ji hêla Heşda Şeibî ve hatine kontrolkirin. Bi eşkere mameleyeke xerab ligel wan kesan dikin tometa DAIŞêbûnê li ser wan e. Wek nimûne; me gelek gilî bihîstin ku rêxistinên navdewletî girêbest ligel şirketên xwecihî çêkirine jibo dabeşkirina alîkarî û dermanan. Lê wan rêxistinan pêdivî nedane xêzanên DAIŞê. Ez bi xwe bi dû van mijaran de neçûm, lê min ev gilî ji gelek kesan bihîst.

Tu mameleya hikûmeta Iraqê ligel zarokên çekdarên DAIŞê çawa dibînî?

Niha tiştek ji bo zarok û biçûkan nayê kirin. Ez bawer nakim hikûmet tiştekî bike ji bo pêşîgirtina li şer di siberojê de. Dilgiraniya herî mezin niha ew e ku nasname û bawernameya jidayikbûna wan zarokan nîne û nekarîne herin xwendegehan. Ew zarok li wan deveran ji dayik bûn ku di bin kontrola DAIŞê de bûn. Çunkî belgeyên wan ên lazim nînin daku navên wan li dibistanan bên tomarkirin. Tiştek nîne wan zarokan mijûl bike û ti siberojeke wan jî tune. Ez sersam nabim heke di siberojê de DAIŞ bi berfirehî peyda bibe. Çunkî amajeyên wê ji niha ve xuya ne.

Amajeyên ku tu qala wan dikî ji bo peydabûna nifşekî nû yê DAIŞê çi ne?

Mamelekirina xerab a serkeftina li ser DAIŞê, dibe destpêka peydabûna DAIŞeke nû. Berî her tiştî, ka em qala derketina çekdarî bikin; derketina çekdarî li temamiya Iraqê, ji Hemrîn heta Enbarê. Bi me hemûyan baş e ew çekdar xwe radest bikin û êdî şer nekin. Lê tu dizanî li gor zagonên Iraqê heke ez DAIŞ bim û herim li nêzîkî bazgehê xwe radest bikim û bêjim ez DAIŞ im û naxwazim êdî li dijî we şer bikim, bila ez 5 salan li zindanê bim û herim nav zar û zêçên xwe, li gor zagonên Iraqê ji min re dibêjin nexêr, tu yê werî îdamkirin. Ev yasaya Iraqê ye. Lewra ti kesek ji yên hêj şer dikin nêta wan a xweradestkirinê nîne. Li gor wê qanûnê Iraq rêgiriyê dike ku xwe radest bikin. Ji bilî vê dijberiya çekdarî, ew mameleya xerab û kuştin û cezayê bidarvekirinê û zindanîkirina heta-hetayî. An ku tekane rê ew e ku hemû zindanî bi temamî bên qirkirin wek çawa DAIŞê li Zindana Bedûşê kir. Hemû endam û kesûkarên DAIŞê dixwazin wan girtiyan azad bikin, çunkî ti amrazeke din li ber dest nîne bo mamlekirina ligel vê rewşa ku niha heye. Hemû suniyên di bin destê DAIŞê de jiyane, li jêr metirsiya wê yekê ne ku tometa DAIŞbûnê bixin stûyê wan û bo heta-hetayê herin zindanê yan bên bidarvekirin. Lewra ev wan dehf dide hevsozên DAIŞê bin û ne yên hikûmeta Iraqê. Zarokên wan jî ti siberojeke wan nîne, emrê wan 10-15 sal e û çend sal e dibistan ji destê wan çûye. Qet nikarin cihên xwe di civakê de bigirin. Çi ji wan re maye ji bilî danîna pêwendiyê bi komên çekdar re. Çunkî dikarin bi kêmanî rahêjin çekan û teqeyê bikin. An ku çêdibe çi şûngirekî din hebe daku ew naşî bikarin debara xwe bikin bêyî çûna dibistanê û bêyî hînbûna nivîsîn û xwendinê?

Civaka navdewletî mijara dadgehkirinê radestî Iraqê kiriye. Vê yekê jî barê Iraqê giran kiriye. Ez dixwazim zanibim gelo ti hewlek ji bo avakirina dadgeheke navdewletî hatiye dayîn? Bi nêrîna min hewl hatiye dayîn, lê heta niha bê encam bû. Avakirina dadgeheke navdewletî sûdmend dibe?

Bi nêrîna min, çewt têgihîştinek di bikaranîna têgiha civaka navdewletî de heye. Çunkî civaka navdewletî pirr ji wê yekê dabeşbûyîtir e ku tê xeyala mirov. Wek nimûne vêga welat nizanin çi ji endamên DAIŞê bikin, di demekê de dibe ku hejmara wan tenê 10 kes be. Kêşeya mezin a nebûna nasnameyê û kêşeya vegerandina wan kesan li hêlekê, li hêleke din jî daku çêbibe ew endamên DAIŞê li dadgeheke navdewletî bên dadgehkirin, pêwîst e endamên Encûmena Asayîşê li ser îmze bikin. Ev jî qet naqewime, çunkî Rûsya û Çîn jî endamên encûmenê ne. Bêguman ew herdu welat li dijî wê yekê ne, çunkî tirsa wan heye ew biryarnameya ku ji Encûmena Asayîşê derdikeve berfireh bibe û Esed jî li xwe bigire. Lewra ev naqewime. Ev di karkirina ajansa UNITADê de li Bexdayê tê dîtin. Ku erkê wê hevkarîkirina dadgehên Iraqê û şopandina tawanên DAIŞê ye. Wek nimûne gorên bikom vedikin. Karnameya UNITADê pirr sînordar e. Wê ajansê nikaribû karnameyeke berfirehtir çêbike, çunkî li Encûmena Asayîşê ji hêla welatên din ve dihate vetokirin. Lewra bi nêrîna min kêşe li ser asta navdewletî ew e ku welat li ser ti tiştî ne hevnerîn in.

Hûn proseya aştkirinê, ku merem jê vegerandina kesûkarên endamên DAIŞê bo navçeyên wan bi rizamendiya êlên wan e, çawa dibînin?

Ez hevnerîn im li ser wê yekê ku kesûkarên DAIŞê vegerin deverên xwe û hewla çêkirina jiyana xwe bidin û dûrî bîr û baweriyên DAIŞê bijîn. Pirs ev e, gelo ev dê çawa bê kirin? Tirsa min ji wê yekê heye heke ew kes vegerin herêmên xwe li Mûsilê, ew navçe jî ji hêla hin kesan ve bên birêvebirin, ku niha nizanim kê her taxekê kontrol dike, çêdibe ew kes daxwaza pereyan ji kesûkarên DAIŞê bikin bi bihaneya ku heke pereyan nedin dê wan tometbar bikin û bişînin zindanan. Egera qewimîna vê yekê zêde ye. Nizanim dê jiyana wan çawa be heke vegerin. Kesên ku pereyên wan hene ji wan re nabe arîşeyeke mezin, ku merema min serkirdên DAIŞê ye, ew reşwet û bertîlan didin daku cihekî ji xwe re bikirin, dikarin bêjin rast e em di nav DAIŞê de bûn, lê me bi nihênî ji bo hikûmeta Bexdayê kar dikir. Wê çaxê kêşe ji wan re çênabe. Yên pereyên wan hene kêşe ji wan re çênabe. Kêşe bo hejaran e. Tew xêzanên wan çekdarên ku pileyên wan ên herî nizm hebûn. Nizanim dê çi were serê wan jî heke vegerin.

"Parêzer hene bergiriyê li tometbarên DAIŞê dikin, lê kirêya wan pir giran e"

Rêxistina Human Rights Watchê proseya dadgehkirina çekdar û endamên DAIŞê li Iraqê bi awayekî zêde rexne dike û dibêje bê belgeyên ji % 100 rast tometbar tên cezakirin, hûn çi dibêjin?

Bêguman ez bi van raporan re hevnêrîn im. Du aliyên vê yekê hene. Min hevdîtin bi gelek dadweran re saz kiriye. Hinek dadwer naxwazin wisa bikin. Baweriya wan bi temamî pê heye ku eger hemû endamên DAIŞê bên dadgehkirin û bidarvekirin, dê DAIŞ ji nav here û nemîne. Ku ev ti wateyeke wê nîne, lê baweriya wan bi vî rengî ye. Dadwerên din jî hene ku dizanin ev hizir xerab e û serkeftî nabe. Lê dadwerên ku bi vî awayî difikirin hindikahî ne û tiştek ji destên wan nayê. Ne tenê tirsa rakirina wan heye, lê belê eger bipeyivin tirs li ser jiyana wan jî çêdibe.

Li gor te, çareseriya herî baş ji bo rewşa kesûkarên DAIŞê, kesên tên tometbarkirin û proseya dadgehkirina çekdarên DAIŞê çi ye?

"Ez sersam nabim eger di siberojê de DAIŞ bi berfirehî derkeve meydanê"

Nêrîna min li ser van mijaran pişta xwe bi wan rapirsiyan girêdide ku me li nav kesûkarên DAIŞê li Kampa Hemam Elîlê encam dan daku em bizanin çareseriya dadmend li gor wan çawa ye. Tiştê balkêş ew e ku baweriya wan jî pê heye ku divê bên girtin û cezakirin. Nabêjin em bêtawan in. Dibêjin pirsgirêka wan bi cezayên dadmend re nîne. Pêngava yekem pêwîst e ew be ku cezayê bidarvekirinê li ser hemûyan neyê sepandin. Pêwîst e cezayên sivik yan lêborîn ji bo kesên xwe radest dikin bên derxistin. Çunkî tiştê herî giring dawîanîn li dijberiya çekdarî ye ku bûye sedema kuştina gelek mirov û leşkeran. Eger kesekî xwe radest kir, bila demekê bê girtin.  

Rakirina cezayê bidarvekirinê li Iraqê hêsan e?

"Suniyên di bin destê DAIŞê de jiyan, metirsî heye bi endamtiya DAIŞê bên tometbarkirin"

Na ev ne gengaz e. Na bawer nakim ev bê kirin. Li Iraqê ne gengaz e bê kirin, lê çêdibe li derve bê kirin. Li hundirê Iraqê kes ewqasî bihêz nîne ku bikare bidarvekirinê nehêle. Ew çekdarên fransî yên DAIŞê tên bîra te ku ew ji Baxozê anîn Bexdayê ji bo dadgehkirinê? Tiştekî bêwate bû, çunkî piraniya wan çekdaran berê Iraq nedîtibûn û ti tawanek li Iraqê encam nedabûn. Lê ev bi fişara Fransayê hat kirin. Lê çima Fransa fişarê naxe ser Iraqê ji bo nehîştina cezayê bidarvekirinê? Madem dikarin tiştekî wisa xerîb bikin, çekdarên fransî ji welatekî din bînin Iraqê ji bo dadgehkirin û bidarvekirina wan. Civaka navdewletî dikare guşarê li ser Iraqê bike ji bo bidawîanîna cezayê bidarvekirinê.    

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin