• Diyarbakır 21 °C
  • Batman 20 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 20 °C
  • Ağrı 14 °C

Lêkolîneke navneteweyî li ser zaravayên zimanê kurdî

Lêkolîneke navneteweyî li ser zaravayên zimanê kurdî
Lêkolîneke navneteweyî li ser zaravayên zimanê kurdî

Yakup Karademir/Paris

Di 25 hezîranê di de, li Enstituya kurdî ya Parîsê semînekreke navnetewyî li ser zaravayên zimanê kurdî pêk hat. Semîner di çarçoveya projeya lêkolînên li ser zaravayên zimanê kurdî yên ji aliyê Universiteya Manchester - Brîtanya, Rouen - Fransa û Bamberg - Almaya ve de pêk hat.

Di semînerê de, ji Universîteya Manchesterê Prof. Dr. Yaron Matras û Andrew Koontz-Garboden, ji Universîteya Rouenê Prof. Dr. Salih Akin û ji Universîteya Bambergê jî Ergin Öpengin axivîn. Hêjayî gotinê ye ku di semînerê de gellek xwendekarên master û doktorayê yên ku beşdarî projeyê bûbûn jî amade bûn.

Piştî agahdariyên giştî yên li ser projeyê ji aliyê birêvebirê semînerê Salîh Akin ve, axavtina pêşîn Yaron Matras kir. Birêz Matras bi kurdî dest bi axavtina xwe kir û bi fransî domand.

Ew di axavtina xwe de li ser çarçoveya projeyê rawestiya û got cudayiyên girîng ên zimanî lehçeyan pêk tînîn, yên dereceya duyê zaravayan pêk tînin. Xebata me bêtir li ser zaravayên zimanê kurdî ye. Axavtina kurdî ji gudekî heta gundkî din ê cîran ferq dike. Ji bo em vê ferqê derxin holê me bi anketan dest bi kar kir û anketên me ji aliyên xwendekarên me yên kurd ve pêk tên. Anketên me ji awayê bilêvkirina bikurdî yên pênc sed peyv û hevokên bi zimanekî din (tirkî, erebî, farisî, ingilîzî) pêk tên.

Her wiha me axavtinên serbest ên ku ji jiyan, sereborî yan çîrokên kesên diaxivin pêk tên qeyd kirine. Ev anket û axavtin li herêmên cihên yên çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayên pên hatine. Emê van doneyan bidin ber hev û ji alî zimannasiyê ve analîz bikin. Bi vî awayî em dixwazin struktura ango hevoksaziya zimanê kurdî jî tesbît bikin. Her wiha awayê bilêvkirin / telafuza peyv û hevokan derxin hole. Em bazekî / bingeheke doneyan amade dikin ku paşê meriv karibe wan analîz bike. Em dibînin ku carnan zaravayên ziman sînoran nas nakin û carna jî di gundekî de du peyvên cihê dikarin bikar bên.

Piştî Yaron Matras, Salîh Akin axivî û wiha got, projeya me ji aliyê Akademiya Brîtanyayê ve tê fînansekirin, me gelek mamostayên zanîngehên kurdistanê di çaçoveya xebata xwe de vexwendin û li ser projeya xwe agahdar kirin, wan jî bîr û baweriyên xwe di warên cihê de anîn zimên. Me dixwest em sê çar doktorantan ji bo vê projeyê fînanse bikin, hikûmeta Kurdistanê dikaribû di vî warî de alîkariya me bike, lê mixabin nekir. Em niha dibînin ku gelek kes bi vê projeyê eleqedar dibe, ev tiştekî pozîtif e. Em bêtir dixwazin zimanasên ciwan perwede bikin.

Paşê, Dr. Ergin Öpengin axivî, ew bi awayekî giştî li ser xebatên qadê rawestiya û wiha got, xebata pêşîn a di vî warî de ji aliyê MacKenzie ve hatiye kirin. Lê di ser vê xebatê re sedsal derbas bûn. Lê ji salên 2000î vir de, di vî warî de xebatên nû tên kirin. Lê xebata me ya herî ber fireh e, di çarçoveya projeya me de nêzîkî 30 zimanasî dixebite. Em li ser zaravayên kurdî bigiştî, li ser Lekî, li ser zaravayê Mereşê û yên Îranê jî dixebitin. Pêşketinên baş hene, em dixwazin di çarçoveya xebata xwe de rêzepirtûkan belav bikin.   

Axavtina dawîn jî, Dr. Andrew Koontz-Garboden kir, ku li ser girîngiya ve xebatê ji bo zimanasiya giştî rawestiya. Wî jî got, stratejiyên zimanasiya giştî bi xebatên hûrbilî derdikevin holê. Divê em bi hûrbilî li ser zimanê kurdî jî bixebitin ku ew ê bikêrî zimanasiya giştî jî bê. Bi saya doneyên ku me berhev kirinê, em ê civata kurdî ya ji alî ziman ve jî pireng e, karibin baştir analîz bikin û nas bikin. Ev pirengî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Divê xebat ne tenê ji bo lehçeyên kurmanciya jorîn (Kurmancî) û ya jêrîn (Soranî) ku nêzîkî hev in bê kirin. Xebatên wiha divê ji bo zaravayên din jî bên kirin. Bisaya tora dijîtal zimanasên Kurdistanê jî dikarin ji xebata me fêdê bibînin.

Semîner bi pirs û bersivan bidawî hat. Li ser pirsekê, Yaron Matras got, standardîzasyona zimên ne karê me ye. Hebûna dewletê, dikare weke mînaka Brîtanyayê zaravayan bikuje yan weke ya Elmanya biparêze jî. Lê bêyî hebûna dewletê, ziman dikare bi riya ferheng, pirtûn û weşanên din jî standard bibe. Ango bi riya dokumantasiyonê ziman dikare standardîze bibe, karê me done komkirin e, lê ji bo standardkirinê biryarên siyasî divên.

Ev nûçe 4336 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din