Lêkolîna nû ya Seîd Veroj çap û belav bû

Lêkolîna nû ya Seîd Veroj çap û belav bû

Di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê Seid Veroj balê dikşîne ku ji ber nebûna dewleta kurd, paşxane û arşîva kurdan jî qels maye û xebatên lêkolînê jî gelek zehmetî û derfetan dixwazin.

A+A-

Lêkolîner Seîd Veroj, xebateke nû ya li ser Cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd û Kovara ku weşandine, Rojî Kurd, ji bo baldar û xwînerên kurd çap kiriye. Seîd Veroj yekem car 4 jimarên Rojî Kurd di sala 2002an de belav kiriye. Lêbelê piştî lêkolînên nû derbarê Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd û hin guhertinên li ser kovara Rojî Kurdê xebateke nû çap kir. Xebata lêkolîner Seîd Veroj ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatiye çapkirin.

Seîd Veroj dibêje bîra miletekî ji bo îro û siberoja wî miletî girîng e û ew dibinin ku ew mijarên di Rojî Kurdê de tên gengeşî kirin, îro jî bi gelek aliyên xwe bi heman awayî ne.

Cemiyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd di sala 1912an hatiye avakirin

Lêkolîner Seîd Veroj ji K24ê re gotiye:” Xelîl Xeyalî, Qedrî Cemîlpaşa, Fûat Temo, Zekî Efendî û Memdûh Selîm, di sala 1912an de li Stembolê cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd damezrandine û di 1913an de jî 4 hêjmarên Rojî Kurd weşandine. Dema ku em behsa Rojî Kurdê bikin, behsa Cemiyeta Hêvî nekin, kêmasiyekî ye. Loma jî di yekemîn çapa me ya Rojî Kurdê de, kêmasî mabû û dile min nerihet bû. Lê min di vê pêvajoyê de derfet dît ku li ser Cemiyeta Hêvî, Cemiyeta Xwendekarên Kurd ku yekemîn cemiyet e, bi navê xwe yê orjînal Cemiyeta Hêvî ya Telebeyên Kurd xebatekî, lêkolînî kir. Soraniya wê me car din li Hewlêrê bi hevkariya birêz Nasir Huseyîn nûjen kir, Kurmanciya wê me sererast kir, herwisa Tirkiya Osmanî jî me dîsa di ber çavan de derbas kir. Bi vî awayî me ew çapa berfirehkiriya nû amade kir.”

Lêkolîner Seîd Veroj dibêje: “Ev dema modern ya ku em tê de ne, pêvajoya temambûna neteweyî, bi avabûyîna dewleta neteweyî digihije qonaxa herî bilind. Lê kurd ev ji 100 salî zêdetir e, li her çar aliyên Kuristanê, gelek têkoşîn dane, lê mixabin ew têkoşîna berfireh hêj jî bi çêbûna dewleteke neteweyî ya kurd negihiştiye encam. Ji ber vê yeke heta ku dewleteke neteweyî ya kurdan çênebe, netewetiya kurd, dê her tim mijara gengeşiya çapamenî, nivîs û nivîskarên kurd be û yên ji derveyî kurdan be jî. “

Seîd Veroj Kî ye?

Niviskar û lêkolîner Seîd Veroj li Paloya Diyarbekirê hatiye dinya yê. Di sala 1991ê de Zankoya Dîcleyê bxwendiye û mamostetî kiriye. Bi salan li ser kovargerî û rojnamegeriya kurdî kar kiriye. Damezrîneriya kovarên WAR û BÎRê kiriye. Xebatên xwe yên li ser kurdnasiyê li Zankoya Mêrdînê di beşa Kurdnasiyê de domandiye û xwendina masterê berdewam kiriye û li ser Gramera Kurdiya Kurmancî û Kurdiya Dimilkî mastera xwe peşkeş kiriye. Heta niha derbarê dîrok û zimanê kurdî de bi dehan berhemên wî çap bû belav bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin