LEHÎ...Li Rojhilata Kurdistanê 2 kesan can dan!

LEHÎ...Li Rojhilata Kurdistanê 2 kesan can dan!

Li Loristan, Îlam û Kirmaşan û Sinê, lehî rabû û li Loristanê jinek û li bajarê Serpola Zehawê jî kesek ji ber lehiyê can dan.

A+A-

Îro agahîyên xembar ji her çar perçeyên Kurdistanê tên. 

Hat ragihandin li bajarên Rojhilata Kurdistanê wekî Îlam, Kirmaşan, Loristan û Sinê jî lehî rabûne û li Loristanê jinekê canê xwe ji dest daye. Herwiha, li Serpola Zehawê jî kesekî ji ber lehîyê can daye.

Li alîyekî din, ji ber şepoleke baranbarînê li bajarê Şîrazê yê Îranê 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Malpera îsna ya Îranê ji ser zarê berpirsên Îranê belav kiriye ku îro lehî li navenda bajêrê Şîrazê rabûye û di encamê da 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariya bendava nêzîkî Tanga Sûrî ya nêzîkî Şîrazê teqiyaye û ava bendavê berê xwe daye navenda bajêr.

Ligor dîmenên gihiştine ber destên ajansan bi dehan otomobîlên xelkê Şîrazê jî di ber avê ra çûne. Heta aniha berpirsên Îranê nikarîne wê lehiyê rabigrin û bigihên hawara xelkê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin