"Lehengên girîng ên Kurdan divê ji bîr nebe"

"Lehengên girîng ên Kurdan divê ji bîr nebe"

Li paytexta Swêd li Stockholmê, semînerek ji bo bîranîna Serkreterê berê yê PDK Îran Dr. Sadiq Şerefkendî, li dar ket.

A+A-

leheng.jpg

 

Roza Kurd / RÛPELA NÛ /Stockholm

Li paytexta Swêd li Stockholmê, semînerek ji bo bîranîna Serkreterê berê yê PDK Îran Dr. Sadiq Şerefkendî, ku di roja 19ê Îlona 1992an de li gel hevrêyên xwe, berpirsê PDK-Îran ê Ewrûpayê Fettah Abdullah û berpirsê Almanyayê Humeyîn Erdalan li Berlinê ji aliyê terorîstên Îranê ve hatibûn kuştin, li dar ket. 

 

serefkendÎ-2.jpg

Di semînerê de Dr. Haşem Ahmadzade û Dr. Khalid Khayatî axavîn.
Axaftina herduyan jî, li ser rewşa dîroka Kurdistanê bi tevahî û li ser êrîş û hovîtiyên Îranê û nîjadperestiya li dijî kurdan û girîngiya dîrokê ji bo netewekî û xurtkirina netewbûyînê li ba kurdan bû.
Ku dagirker xwezaya welatekî dîroka gelekî bi metodên qirêj dagir dikin û nahêlin kurd tarîxa xwe nas bikin û hestên netewxwaziyê li ba gel xurt bibe.

 

serefkendÎ-3.jpg

Dr. Haşem Ahmadzade li ser mijara ”Ji bo çi bîranîn ” sekinî. Li ser bîranîna kesên dîrokî, leheng û keseyatên di civatê de pêşketî, di dîroka netewekî de çima grîng e û çima hêzên dagirker lehengên gelê bindest tune dikin û hemû sembolên gel qedexe dikin gelek nimûneyên balkêş da.

 

serefkendÎ-5-001.jpg

Li ser lehengên kurdan, Ewrûpiyan û yên cîhanê gelek nimûne dan û bal kişand ser girîngiya ku divê mirov lehengên xwe yên dîrokî xwedî derkeve û bîranîna wan dom bike. Ji ber vê jî, cîyên gorê serok û şehîdên kurdan bi dizî digrin herdem dixwazin ku lehengên miletan wenda bikin. Loma jî hîn gora gelek lehengên kurdan mîna, Şex Seîd, Seyd Riza û gelekên din ne diyar e li ku ye. 
 

Nimûneyê hin kesayet û lehêngen kurdan ku gora wan li Fransa ye da û got dema kurd diherin serlêdana wan gora, hestên wan yên netewî xurtir dibe. 
Dr. Haşim Ahmadzade bal kişand ser çawa kurd lehengên xwe yên dirokî bikin mijara romanan û fîlîman li ser wan çê bikin ku ev lehengên girîng bikevin jiyana rojane ya gel ji bo ji bîr nebin.  


serefkendÎ-4-001.jpg

Dr. Khalid Xayatî jî, li ser kolonyalizm, çawa miletekî bindest bê kultur dike û xwezaya welatekî çawa têk dibe û ji bo vê jî kîjan metod tê bikaranîn sekinî. Li ser ekonomi, xweza, ziman, kultur çawa têk diçe bi wêneyan pir zelal pêşkeş kir. Xayatî bal kişand ser rojhilatê Kurdistanê ku kolonîya Îranê ye. Xelkê Kurdistanê nikare li ser xwezayê, ekolojî, ekonomî, kultur, ziman an tu tiştekî biryar bide.  Nimûneyek da, ku dewlemendên kurdan bi komek doktoran re xwestine nexweşxaneyek teybet ji bo nexweşiya seretanê (kanser) li bajarê Mahabadê ava bikin, lê rejîma Îranê nehiştiye û gotine nexweşxaneyên weha divê li bajarên Îranê bin, ne li herêma Kurdistanê bin. 
 

Dr. Khalid Khayatî bal kişand ser ku rejîma dagirker ekolojiya Kurdistanê xerab dikin, li heremê boriyên avê dibin bo bajarên Îranê û xelkê Kurdistanê ji av, ax û hemû xwezaya wan, bê bêpar dikin. Dagirkerên Kurdistanê bi van metodan herêma Kurdistanê lawaz dihêlin. 
 

serefkendÎ-6-001.jpg

Herdû akademisyenan jî, hevdû di mijaran de temam dikir, ku çawa dewletên dagirker dikarin miletê bindest asimile bikin û ji holê rakin. Herduyan jî bal kişandin ser ku gelên Kurdistanê çawa xwe li himber van metodan biparêzin. Herweha bal kişandin ser grîngiya ku hêzên herçar aliyên Kurdistanê li ser vê mijarê hûrgilî bisekinin.
 

PAK Swêd bi wefteke fireh beşdarîya bîranîna Dr Şerefkendî û semînera herdu akademîsyenên Rojhilatê Kurdistanê Dr. Haşim Ahmedzade û Dr. Khalid Khayatî bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin