Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin

Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin

.

A+A-

Li Pîran a Amedê ji ber lêgerîna li madenan rez, baxçe û zeviyên li derdorê hişk bûne. 

Li gundê Pirejman ê navçeya Pîran a Amedê, ji ber lêgerîna li madenan zevî hişk bûne. Şîrketa Olmez Dogû Madencîlîk a Îsmet Olmez ê nêzî AKP'ê li herêmê li madenên wekî zirinc, çînko, magnezyûm hwd. digere. Ji ber vê bax, baxçe, rez û zeviyên li herêmê hişk dibin. 
 
ZEVIYÊN WAN BER NAGIRIN

 
Şêniyê Pirejmanê Huseyîn Esen, anî ziman ku li çiyê dînamîtên tên teqandin û paşê zinar bi makîneyan tên hûrkirin û toz û telaza wan xwe li bax, baxçe û zeviyên wan digire. Esen, bilêv kir ku ji ber vê rezên wan, darên wan ên behîv, hirmî, sêv û hejîran ber nagirin. Esen, destnîşan kir ku tekane çavkaniya wan a debarê çandinî ye, lê belê ji ber vê hema bibêje ew jî nemaye. 
 
Her wiha Esen, bilêv kir ku ji bo madenan darên li herêmê jî hatine birîn. 
 
Esen, diyar kir ku gundê wan di sala 1993'yan de hatiye valakirin, lê belê her sal di Adar û Nîsanê de tên gund û bax û baxçên xwe diçînin. Esen, anî ziman ku lêgerîna madenan bandorê li gundên cînar Herîdan û Ersekê jî dike.
 
Esen, bilêv kir ku zeviyê ku niha tê de lêgerîna madenan hatiye destpêkirin zeviyê xizînê ye, lê bi salan e wan ji xwe re diçand. Esen, diyar ku ji ber vê ev zevî ji wan hatine stendin û a hatiye kirin neheqiyeke mezin e. Esen, da zanîn ku ji ber lêgerîna madenan di 25'ê Çileya 2020'an de serî li Midûiryeta Madden û Petrolê dane û gilî kirine û ji be rvê rayedar di 28'ê Kanûnê de hatine lêkolîn kirine, lê belê heya niha tiştek nehatiye gotin. 
 
DEZR LI XANIYÊN WAN KETINE 
 
Di dîmenên ku welatiyan girtine de, tê dîtin ku li qada madenê dar hatine birîn û rez jî hişk bûne. Her wiha ji ber dînamîtan jî derz li xaniyan ketine û zirar gihaştiy kaniyên avê jî. 
 
Li Colemêrgê 9 û li Amedê jî 4 ocaxên madenê yên Olmez Madencîlîkê hene. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin