Le Pen bi desteserkirina fona giştî tê tawanbarkirin

Le Pen bi desteserkirina fona giştî tê tawanbarkirin

.

A+A-

Berendama Serokomariya Fransayê Marine Le Pen û xizm û hevalên wê, bi desteserkirina 600 hezar Euroyê fona giştî tên tawanbarkirin. Li gorî ragihandinê, gilîname pêşkêşî qada darazê ya Fransayê hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Mediabartê ya bi navenda xwe li Fransayê ye, ji aliyê Buroya Têkoşîna li Dijî Cûcên Xapandinê ya Ewropayê ve di derbarê Le Pen û kesên nêzîkê wê de gilîname hatiye amadekirin û pêşkêşî Daraza Fransayê hatiye kirin. Serdozgeriya Parîsê jî daye zanîn ku gilîname di 11ê Adarê de hatiye ber destên wan û niha li ser lêkolîn tê kirin.

Parêzerê Le Pen, Rodolphe Bosselut got ku ew li hember vê tometê matmayî ne lewra beşek ji van tawanan beriya deh salan dihatin kirin. Parêzerê Le Pen da zanîn ku heta niha ji qadeke darazê ji bo dayîna îfadeyan kesî bang li muwekîla wî nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin