Lavrov û Tillerson li ser Rojava axivîn

Lavrov û Tillerson li ser Rojava axivîn

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê rewşa dawîn a Efrînê axivîn.

A+A-

Li gor Sputnikê di daxuyaniya li ser malpera Facebookê ya wezaretê de ev tişt hatin gotin, "Bi hewldana Amerîkayê di 20ê Rêbendanê de di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de hevdîtina telefonê pêk hat."

Herwisa di daxuyaniyê de ev tişt hatin derbirîn, "Li bakurê Sûriyeyê ji bo pêkanîna aramiyê û berdewamkirina pêvajoya çareseriyê ya aştiyane di bin sîwana NY de dê bi saya Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê hêsantir bibe."

Lavrov û Tillerson biryar girtin ku di nava têkiliyêke nêzîk de bin û herwisa rewşa dawî ya li Rojava jî nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin