Lavrov: Şerê rêjîma Sûriyê û opozîsyonê bi dawî bûye

Lavrov: Şerê rêjîma Sûriyê û opozîsyonê bi dawî bûye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de bi dawî bûye û tenê 2 navçeyên germ mane. Ew jî Idlib û rojhilatê Firatê ne.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji “al-Arabiya” re ragihand, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de bi dawî bûye û tenê 2 navçeyên germ mane. Yek ji wan Idlib ya di destê Desteya Tehrîr El Şamê de ye.

Lavrov da zanîn, hebûna wê grûpê li Idlibê kêm dibe û bi Tirkiyê re li gor hevtêgihîştina Rûsî – Tirkî kar dikin. Diyar kir jî, niha gerên wan ên hevbeş bi Tirkiyê re li Idlibê li ser riya M4 hatine rawestandin û her dema rewş aram bibe, dubare destpê bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: Pêwîst nake rêjîma Sûriyê êrîşî Idlibê bike. Tenê pêwîst dike li bêgehên teroristan bidin.

Li ser navçeya din Lavrov diyar kir, navçeya din rojhilatê Firatê ye. Hêzên Amerîkî bi awayekî ne rewa lê bi cih bûye û ligel kurdan bi awayekî ne berpirsyar tevdigere.

Lavrov got jî: Kompanyayeke petrolê ya Amerîkî jî anîne wê navçeyê û pêwîstiyên xwe ji petrolê dertînin. Bêyî ku rêzê li serwerî û yekperçeyîya Sûriyê bigirin, wek çawa di biryara Encûmena asayişa Navdewletî 2254 de hatiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin