Lavrov: Rûsya, Tirkiye û Qeterê li ser Sûriyê li hev kir!

Lavrov: Rûsya, Tirkiye û Qeterê li ser Sûriyê li hev kir!

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî civîna li paytexta Qeter Dohayê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Qeterê ragihand ku hersê welatan li ser çareseriya krîza Sûriyê li hev kiriye û gihîştine nêrîneke hevbeş.

Di civîna rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî ya Dohayê de, Sergey Lavrov ragihand ku di mijara çareseriya li Sûriyê de, bi aliyên xwe yên cuda ve nêrîna hersê welatan nêzîkî hev e û wan li ser çareseriya siyasî ya li ser bingeha biryara 2254 ya NY û encamên hevdîtinên formata Astana yên sê welatan li Soçiyê, gihîştine nêrîneke hevbeş.

Lavrov diyar kir ku di belavok hevbeş a piştî civîna Dohayê de, wan li hev kiriye ku li Sûriyê dijî her cure terorê têkoşînê bidin û li ser bingeha yekîtiya erda Sûriyê û li dijî gef û planên cudaxwazî yên sînorên cîranên Sûriyê tehdît dikin derkevin.

Lavrov herwiha diyar kir ku wê li Sûriyê di navbera hêzên hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Qeterê de dewriyeyên hevbeş neyên kirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin