LAVROV: ROLA KURDAN DI SIBÊROJA SÛRÎYÊ DE MEZIN E

LAVROV: ROLA KURDAN DI SIBÊROJA SÛRÎYÊ DE MEZIN E

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Rîyadê, digel Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê ku ENKS jî tê de ye, civîya.

A+A-

Li gor nûçeya Rûdawê, civîn li balafirxaneya navdewletî ya Riyadê birêve çû, û çend mijarên giring, weke destûra Sûriyê, rewşa Idlibê, rewşa kampa Rukban hatin gotûbêjkirin.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro ku di civînê de amade amade bû, ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê kiriye û ragihandiye ku rola Kurdan di pêşeroja Sûriyê de mezin e.

Îbrahîm Biro wiha got: “Di hevdîtinê de gelek xal hatin axaftin. Lavrov bir kurtahî behsa rewşa Idlîb û rojhilatê Feratê kir. Lavrov got ku doza Kurdî dozeke girîng e, divê ligel Tirkiye û Sûriyê li ser bê axaftin. Herwiha wî got ku divê doza Kurd ji terorê were cudakirin, tevî ew baş dizanin PYD gelek xirabî û zilmê li Kurdan dike û Kurd ji wê deverê derxistine jî.”

Biro da zanîn ku ew wek şande ji aliyê Lavrov ve bo Rûsyayê jî hatine vexwendin derbarê amadekirina destûra nû ya Sûriyê de jî wiha got: “Rûsya bawer nake ku tenê ji ber 6 kesan karên destûrê hatibe rawestandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin