Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdar kirina kurdan di proseya sîyasî ya Sûrîyê de kir

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdar kirina kurdan di proseya sîyasî ya Sûrîyê de kir

Wezîrê derve yê Rûsîyê ragehand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên tevlîkirina Kurdan di pirosêsa sîyasîya Sûrîyî de kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî civîna wî li gel serokê Amerîkayê li Washingtonê, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenîyê de ragehand, wî li gel alîyên  Amerîkî behsa piroseya sîyasî ya Sûrîyê kirîye û  tekez kirîye, ku çareya leşkerî ji kirîza Sûrîyê re nîne û ya giring destipê kirina proseyekî sîyasî ya giştî ye ew jî bi rêya komîteya destûra Sûrîyê ve dibe.

Herwaha got, wan behsa rêyên tevlî bûna Kurdan di pirosêya sîyasî ya Sûrîyê de kirîye ku  bi gotina wî  rêya tekane ji bo garantîya mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûrîyê ewe ku li gel hikumetê peywendîyê bikin.

derbarê Idlibê de jî got: Pêwîste parêzgeha Idlib bi temamî ji hêzên tîrorîst were pakijkirin û tevahîya erda Sûrîyê vegere jêr desthilata hikûmeta Sûrîyê.

Lavrov got: Di navçeya kêm kirina şer de heya niha Tirkîye  nekarîye opozîsyona nerm û lîberal ji Enîya Nusre veqetîne.

 

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin