Lavrov: Me êrîşî Ûkrayna nekiriye, Pûtîn ji bo hevdîtina Zelensky amade ye!

Lavrov: Me êrîşî Ûkrayna nekiriye, Pûtîn ji bo hevdîtina Zelensky amade ye!

.

A+A-

Piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kuleba ya li Antalyayê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di civîna rojnamevanî de got ku niyeta wan a êrîşkirina welatekî din nîne û di eslê xwe de wan êrîşî Ûkraynayê jî nekiriye.

Lavrov êrîşa ser Ûkraynayê parast û da xuyakirin, “Me bi salan hişyarî dan, lê ti kesî guh neda me. Lê belê gefek li dijî Rûsyayê heye.”

Lavrov herwiha got ku yên çekan dişînin Ûkraynayê ji çalakiyên xwe û ji teşwîqkirina çekdarên kirêkirî berpirsiyar in.

Herwiha Lavrov li ser daxwaza Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky bo hevdîtina ligel Pûtîn jî got: “Me got ku bi Zelensky re hevdîtin dikare bê kirin. Ji bo vê divê amadekarî bê kirin. Em li ser vê jî axivîn. Pûtîn her tim ji bo hevdîtinê amade ye.”

Daxuyanîyên Lavrov wiha ne:

Lavrov: Me di hevdîtinê de tekez kir ku destpêşxeriya Moskoyê ya ji bo vekirina korîdorên mirovî yên rojane li Ukraynayê, hîn jî berdewam e.

Lavrov: Me delîl ji Neteweyên Yekgirtî re pêşkêş kir ku nexweşxaneya Mariupolê ji aliyê neteweperestên Ukraynayê wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn.

Lavrov: Rûsya êrişî Ukraynayê nekir û plana êrîşa li ser welatên din jî nekiriye, lê rûbirûyê rewşekê ku ewlehiya wê dixe metirisiyê bûye.

Lavrov: Yên ku çek û çete ji Ukraynayê re şandine, ew di ber kiryarên xwe de berpirsyar bin.

Lavrov: Em ê ji vê krîzê derbas bibin û êdî ti xeyalên me yên ku Rojava dikare bibe hevparekî pêbawer, nemaye.

Lavrov: Me li ser egera lidarxistina hevdîtina Pûtîn û Zelenskî gotûbêj kir, lê nabe ku hevdîtin tenê ji bo hevdîtinê be.

Lavrov: Em dixwazin Ukrayna bêalî be û em amade ne garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê yên welatên Ewropî û Rûsyayê gotûbêj bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin