Lavrov hate Tirkiyê

Lavrov hate Tirkiyê

Serokê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi hilkefta 10emîn Komcivina Konsolan hate Enqerê û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu re civiya.

A+A-

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû, Çavuşoğlu û Lavrov hin daxuyanî dane çapemeniyê. 

Di daxuyaniya xwe de, Çavuşoğlu daxwaz kir ku hemwelatiyên wan bê vîzeyan bikaribe biçe Rusyayê, weke ku hemwelatiyên Rûsî bê vîzeyan dikarin bikevin Tirkiyeyê.

Lavrov jî li ser Surî wisa axivî:

"Divê meseleya Sûriyê were çareserkirin. Em qaseke berê şêwirîn ku em çawa bikaribin li dijî grûbên terorîst têbikoşin. Em çawa bikaribin ew ên ku dev ji terorîzmê berdane wan vegerînin jiyana sivîl. Em li pey çareseriyen aştiyane ne."

Li ser mijara Îdlibê ku çend roj bere Rûsyayê daxwaz ji Tirkiyê kiribû li ser Îdlibê helwesta xwe zelal bike, lê Tirkiyê hezeke mezin lê kom kiribû, Lavrov got:

"Rewşa Îdlibê tevlîhev e.Li herêma Îdlibê hin şert û merc hatin avakirin. Yek ji van şertan ev bû ku agirbest wê terorîstan nedihewand. Li gor raporta Neteweyên Yekgirtî li wirê bi hezaran terorîst hene. Artêşa Sûriyê jî rastî hin êrîşan tê. Li ser Îdlibê me hin mitabeqet gotûbêj kirin."

Lavrov got Rejîma Sûriyê şerê serxwebûna xwe dike. Mafê me heye ku alîkariya wê bikin. Rejîma Sûriyê bi taybetî rastî êrîşên Nusrayê tê, herwiha baregeha Hmeymîmê jî."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin