Lavrov: Em hewl didin çareserîyeka sîyasî peyda bikin

Lavrov: Em hewl didin çareserîyeka sîyasî peyda bikin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ewê bi berdewamî hewl bidin ku çareseriyeka siyasî ji bo Sûriyê peyda bikin.

A+A-

Sergey Lavrov herwiha bal kişand ser wê yekê, ku divê Sûriyê vegere cihê xwe yê sirûştî di Komkara Erebî de û bi rola xwe ya herêmî jî rabe.

Lavrov got: “Em li ser wê yekê rêkeftine, ku em dirêje bi hewlên xwe bidin ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê, ew jî di çarçoveya biryara 2254 ya Encûmena Asayîşa Navdewletî, û gotûbêjên Kongreya Niştîmanî ya Sûrî li Soçî di sala derbasbûyî de.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê  diyar kir: “Rûsyaya Federal agahiyên temam daye welatên Erebî li ser birêveçûna gotûbêjên Astana yê derbasbûyî, ku taybet bû bi damezrandina komîteyeke destûrî ji bo nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê, ku dê bibe gava yekem ji bo çareserkirina kirîza wî welatî.”

Sergey Lavrov herwiha got: “Ez dixwazim bala we bikşînin ser wê yekê ku ez duh digel Sekreterê Encûmena Asayîşê civiyam û min daxwaz jî kir ku bibin beşek ji serkeftina gotûbêjên Astana, herwiha min ew agahdar kir ku dê di dawiya vê mehê de gereke nû ya gotûbêjan li Nûr Sultan birêve biçe, û şandiyê taybet yê Netewên Yekgirtî jî ji bo wê gera nû hatiye vexwendin, ji aliyê me ve, em piştevaniya wê yekê dikin ku Sûriyê vegere nav rêza Komkara Erebî û cihê xwe yê sirûştî di komkarê de werbigre.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin