Lavrov: Em ê bersiva vê bidin!

Lavrov: Em ê bersiva vê bidin!

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ragihand ku Moskow dê bersivê bide dersînorkirina dîplomatên rûs ji wan dewletan ku bi behaneya jehrîkirina ajanê rûs ê ku agahî firotibûn îstîxbarata Brîtanayê û qîza wî ew dersînor kiribûn.

A+A-

Li gor Sputnik Kurdistanê Lavrov li Taşkenta paytextê Ozbekistanê li ser pirsyara bê gelo Rûsya dê berisvê bide dersînorkirina dîplomatên rûs ji Brîtanya, Amerîka Ewustralya û 16 welatên YEyê bide yan na axift û got, "em ê bersiva wê bidin. Bila gumana we jê çênebe. Nexasim ti kes naxwaze tehemula vê çorsiyê bike. Em ê vê nekin."

 

'DERKET HOLÊ KU ELÎTÊN DESTHILAT ÊN LI DEWLETÊN ROJAVA GUH LI GELÎ NAKIN'

Li gorî Lavrovî bi bûyera Skrîpalî re derketiye holê ku elîtên desthilat ên li dewletên rojava guh nadin dengê gelî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin