Lavrov: Divê Tirkiye erkê xwe zû bi cî bîne

Lavrov: Divê Tirkiye erkê xwe zû bi cî bîne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Idlibê de axifî û got: “Di çarçoveya peymana Soçî de li ser veqetandina mixalifên çekdar ji terorîstên El Nusrayê rêkeftin hatibû kirin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa Idlibê de axifî û got: “Di çarçoveya peymana Soçî de li ser veqetandina mixalifên çekdar ji terorîstên El Nusrayê rêkeftin hatibû kirin. Li gor rêkeftina ku ji aliyê Putîn û Erdogan ve hatibû kirin, di vê mijarê de divê rola serekî Tirkiye bibîne. Pêwîst e heta zû ye ev yek were kirin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, rewşa dawî ya Idlibê û îdîayên ku Tirkiyê çekên nû ji grûpên çekdar re şandine nirxand. Lavrov, got wî 'nûçeyên ku dibêjin Tirkiyê çek şandine ji grûpên çekdar ên Idlibê re nedîtine', lê dîsan tekez kir ku li gor peymana Soçiyê li bendê ne Enqere 'erkê xwe yê veqetandina mixalifan ji terorîstan zû cîbicîh bike'.

Lavrov wiha axivî: “Min ev nûçe nedîtine. Min belgeyeke wiha jî nedîtiye ka bingehê wan çekan vedigere çi cihekî. Ji ber li Idlibê gelek çek hene ku li rojava hatine berhemanîn.”

Lavrov dibêje, dê bersiveke wêranker bidin êrîşên terorîstên li Idlibê.

Lavrov da zanîn ku li bendê ne Tirkiye erkê xwe yê veqetandina terorîstên li Idlibê ji mixalifan çekdar zû cîbicîh bike û tekez kir: “Di çarçoveya peymana Soçî de rêkeftin hatibû kirin ku çekdarên mixalif ji terorîstên El Nusrayê ku piştre bû Heyet Tehrîr el Şam bên veqetandin. Li gor Rêkeftina ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû kirin, di vê mijarê de divê Tirkiye rola serekî bibîne.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku heta zû ye divê ev yek were kirin û got: “Wext diçe û ev terorîst berdewam êrîşên provaktîv dikin, sîstema roketan jî di nav de bi çekên cuda êrîşî çeperên artêşa Sûriyê, cihên niştecihbûnê û baregahê esmanî yê Himêmîm ê Rûsî dikin.”

Lavrov got, ne ew û ne jî artêşa Sûriyê van kiryaran bê bersiv nahêlin û dê bersiveke wêranker bidin wan.

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin