• Diyarbakır 15 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 11 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 10 °C

Lavrov: Divê Hikûmeta Sûriyeyê diyalogê bi kurdan re bike

Lavrov: Divê Hikûmeta Sûriyeyê diyalogê bi kurdan re bike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî diyar kir ku divê Sûriye serweriya xwe ya li welatî bi kar bîne û diyalogê bi kurdan re bike.

Lavrovî di axiftina xwe de got: "Ji bo rewşa Efrînê û çawaniya çareserkirina wê. Me gelek caran gotibû ku çareseriyê çi pirsê û hemû pirsên ku hîn li Sûriyeyê hene û xerabtir dibin, bi rêzgirtina li serwerî û yekîtiya axa Komara Erebî ya Sûrî pêkan e. Ev pîvan cîhanî ye."

Herwiha Lavrov bangî hemû aktorên sûrî kir û got: "Divê hemû aktorên li derve, bê awarte, nexasim ên ku li Sûriyeyê ne qebûl bikin ku pêwîstî bi diyaloga li gel hikûmeta Sûriyeyê heye."

Agahî tên…

Ev nûçe 520 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din