Lavrov: Divê Ermenistan ji navçeyên Azerbeycanê vekişe

Lavrov: Divê Ermenistan ji navçeyên Azerbeycanê vekişe

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku ew di mesela Nagorno-Karabaxê de ne li gel helwesta Tirkiyê ne û çareseriyeke serbazî li wê deverê nayê qebûlkirin.

A+A-

Tevî ku herdû wezîrên derve yê Ermenistan û Azerbeycanê li Moskowê li ser agirbest û rawestandina şer li hev kirin, lê ti aliyek pabendî wê nebû.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dibêje, pêwîst e di gava yekem de, Ermenî du navçeyên Azeriyan vala bikin û hêzên aştîparêz li hêla temasê bicih bibin lê divê piştre ewlehiya herêma Nagorno-Karabaxê bê peydakirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha got: “Di qonaxa pêşîn de, divê Ermenî du navçeyên Azeriyan vala bikin, û pê re jî divê astengiyên li pêş  hemû riyên veguhastin û peywendiyên aborî bêne rakirin. Herwiha divê hêzên aştîparêz li hêlê temasê bêne bicihkirin û bibin grantor, da ku şer ji nûve destpê neke. Paşê divê  hêzên Ermenî qonax bi qonax ji navçyên li dor Qerebaxê vekişin, lê pê re jî divê qarantiya ewlehiya Qerebaxê bê dabînkirin.  Û piştî  destnîşankirina statuya dawî ya Karabaxa Çiya, divê peywendiya wê ya ewle bi  Ermenistanê re jî bê dabînkirin.”

Pisporekî warê peywendiyên navdewletî jî dibêje ku divê Rûsya bi her awayî xwe dûr bigre ji beşdarîkirina rastrast a di ê şerî de.

Siyasetzan, pisporê di warê peywendiyên navneteweyî de Maksîm Şevçenko got: “Divê Rûsya bi her awayî xwe dûr bigre ji beşdarîkirina rastrast a di  vê şerî de. Bi nêrîna min, ev şer ne di berjwendiya Rûsya û ne di berjewendiya gelên Rûsya de ye. Berjewendiya Rûsya tenê di pêkanîna plana çareseriya aştiyane ya serok Pûtîn de ye, ku çend caran pêşkêş kiriye. Li gorî wê plane, divê erdên dagirkirî bêne vegerandin  Azrbaycanê, statuya Ermeniyên Qerebaxa Çiya bê garantîkirin û Peymana  Aştiyê di nava Azerbaycan û Eremnistanê de bê îmzekirin.”

Têkçûna agirbestê di navbeyna Azerbaycan û Ermenistanê de ku bi navbeynkariya Rûsyayê 10 Cotmehê hatibû ragihandin, Moskow neçar kir ku pêngavên radîkal bavêje

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin