Lavrov :Bi ronî me behsa parastina mafê Kurd li Sûriyê kiriye

Lavrov :Bi ronî me behsa parastina mafê Kurd li Sûriyê kiriye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di bersiva Kurdistan24ê de ragihand, “Me daxwaza guftûgoyên rasterast di navbera Kurd û Hikûmeta Sûriyê de kiriye û me bi ronî behsa parastina mafên Kurdan li Sûriyê kiriye.”

A+A-

Îro li Moskoyê di konferanseke rojnamevanî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokê Rêxistina Hevahengiya Îslamî Yûsif Oseymîn de, peyamnêrê K24ê pirsek derbarê pirsa Kurd li Sûriyê de ji Lavrov kir. Di  bersivê de jî Lavrov got: “Kurdên Sûriyê destpêkirina guftûgoyan bi girîng dizanin û divê di guftûgoyan de yekperçeyîya xaka Sûriyê bê parastin.”
Lavrov got jî: “Ji destpêka krîza Sûriyê ve helwesta Rûsyayê zelal e, ew jî dîtina çareseriya siyasî ye. Ji wê demê ve Rûsya û Amerîka çendîn destpêşxerî kirine. Herwiha grûpa alîkariya Sûriyê jî hat damezrandin.”


Herwiha got: “Ji bilî wê jî, Netewên Yekgirtî bi biryara 2245 behsa parastin û bidestxistina mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê û bi taybet ên Kurd kiriye. Di danûstandinên Astana û Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochî de bi zelalî daxwaza hebûna Kurdan di wan danûstandinan de hat kirin û ev yek jî bû.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn:

“Tevahiya biryarên her du kongreyan ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatin pejirandin, bi zelalî behsa parastina mafên Kurdistan hatiye kirin. Me ji nûnerên Kurd û Şamê re gotiye ku dest bi gotûbêjên rasterast bikin, ew jî bi piştbestin bi yasayên navdewletî, di nava wê de parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê. Ez dibînim ku Kurdên Sûriyê destpêkirina gotûbêjan bi girîng dizanin û Mosko jî pêşwaziyê li van hewlan dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin