Lavrov: Amerîka li Sûriyê bi babetekî talûke dileyîze û dibe necama wê xerab be

Lavrov: Amerîka li Sûriyê bi babetekî talûke dileyîze û dibe necama wê xerab be

.

A+A-

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov ragihand ku ti hêviya wan ji hevdîtinên Cenewreyê tinene û hebûna Amerîkayê li Sûriyê bi awayeka ‘nerewa’ binav kir.

Li gor ragihandina ajansa Sputnikê; Lavrov zîrweyê bi girîngî şirove kiriye û gotiye ku Rûsya li ser berjewendiyên hevbeş dixwaze têkiliyên xwe bipêş bixe. Lavrov weha gotiye:

“Tevî ew tiştên ku Rojavayî bo me dibêjin, em her wext dixwazin têkiliyên xwe bi Rojavayiyan, NATO an Amerîka qet ferq nake, bi herkesî re li ser esasê wekheviya berjewendiyan têkiliyên xwe deynin.

Her çendîn hinek kes dixwazin xwe bi hinekan bidin qebûlkirin jî hedefên me yên em bibin hêzekî super tine ne. Hemkarên me yên Rojavayî di wexta wan qerd û qiymetên xwe yên demokratîk ku dixwazin belav bikin, em weka wan ne xwediyê daxwazeka Mesîhwarîne. Em ne xwediyê wê fikre ne ku xwe kêm dibînin û di navdewletî de xwe ji ti kesê serdesrtir nabînin. Ev mîsyona me ya dîrokiye û di dîroka me de kok daye.

Em hêvî dikin ku car din vegerin û xetayên xwe di ber çavên xwe de derbasbikin. Em hêvî dikin ew kesên niha xwe bo zirweyê amade dikin yên li dora Biden, yên li ser Rûsyayê dixebitin, tevgerên Rûsyayê, berjewendiyên me, xettên me yên sor bidin ber çav û li ser xetayên di salên borî de bixebitin.

Amerîka gelek peymanan xerab kirin. Mînak Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîlên wan Navçe. Me xwest li ser bicîhkirina li Ewrûpayê bi hevre organîze bikin. Lê Rojava ji diyalogê reviya.

Wê ev mijar di hevdîtina Putin û Biden de were rojevê. Teklîfa me hêj dewam dike. Em ê bibînin ka li hemberê teklîfa me çi bertek tên nîşan didin.

Hebûna Amerîkayê li Sûriyê rewa nîne. Em her carê vêya dibêjin. Pêre dewlemendiyên Sûriyê yên xwezayî tên talankirin. Petrol, berhemên araziyên zîraî tên îxrackirin, bi pereyên bidestdixin li rojhilatê Firatê pê partî destek dikin. Gelek bi awayekî xeter dileyîzin. Ez behsa pirsgirêka Kurd dikim. Dibe ev leystik bi xerabî encam bide.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin