Lavrov: Amerîka hewl dide dewleteke Kurdî ava bike

Lavrov: Amerîka hewl dide dewleteke Kurdî ava bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, armanca Amerîka dabeşkirina Sûriyê û avakirina mîna dewletekê li rojhilatê Firatê ye. Washington rê nade deverên di destê hevpeymanên wê de ye vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Herwiha got: “Armanc ew bû, serweriya dewleta Sûriyê li ser tevahiya xaka Sûriyê hebe û civaka navdewletî jî piştgîriya wê yekê dike, lê Amerîka pabendî vê yekê nabe û armanca wê niha zelal bûye ku dabeşkirina Sûriyê û avakirina dewleteke biçûk li rojhilatê Sûriyê ye.”

Amaje bi wê yekê kir, heger Amerîkî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dê bandora wê ya erênî li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê hebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin