Lavrov: Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike

Lavrov: Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di korbenda Parîs ji bo Aştîyê de ragihand, Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûrîyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û dest deyne ser bîrên neftê.

Herwiha got: “Amerîka daxwaz ji welatên Kendavê dike, ku weberhênanên mezin li navçeyên rojhilatê Firatê bikin, ji bo damezrandina rêveberîyeke navxweyî, ku bingeha wê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) kurd û YPG be.

Herwiha Lavrov da zanîn jî, Amerîka rêgirîyê li hevpeymanên xwe dike, ji bo beşdarî proseyên webirhênanê yên dubare avakirina Sûrîyê bibin.

Di berdewamîyê jî da Lavrov got: Em û hikûmeta Sûrîyê piştevanîyê li hemûyan dikin, ku kar bikin bo jêrxaneya wî welatî bê avakirin, penaber vegerin û jîyan li Sûrîyê asayî bibe.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin