Lahûr Şêx Cengî dûrxistina xwe ji YNKê red kir

Lahûr Şêx Cengî dûrxistina xwe ji YNKê red kir

.

A+A-

 Lahûr Şêx Cengî nivîsek arasteyî Encûmena Serkirdayetiya YNKê kir û ragihand ku wî biryar daye desthilatên xwe yên hevserokatiyê bikar bîne û red jî kir ku ji YNKê hatibe dûrxistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çend serkirdeyên YNKê wergirtine, Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî îro nivîsek arasteyî Encûmena Serkirdayetiya YNKê kir û hemû biryarên roja 2ê Mijdara îsal red kirin ku taybet bûn bi dûrxistina Lahûr Şêx Cengî û 3 serkirdeyan ji partiyê li gel rawestandina endamtiya serkirdeyekî din.

Li gor zanyariyên Rûdawê, nivîsa Lahûr Şêx Cengî ku ji sê birgeyan pêk tê, îro gihiştiye serkirdayetiya YNKê.

Di yekem birgeyê de Şêx Cengî dibêje, “Hemû wan biryarên derbarê min û çend hevalên serkirdayetiyê de red dikim, ji ber ku nepeyrew in û li derveyî civîna fermî ya serkirdayetiyê hatine dayîn.”

Di birgeya duyem de jî Lahûr Şêx Cengî diyar dike, “Ji bo parastina kerameta Yekîtiya me... min biryar da hemû wan desthilatên cîbicîkirinê ku bi şêweyekî demkî heta pêkanîna civîna Encûmena Serkirdayetiyê min radestî heval Bafil kiribûn, ji ber pabendnebûna bi xal û birgeyên civînê di vê heyamê de, bikar bînim.”

Lahûr Şêx Cengî di xala sêyem de jî daxwaza wê dike ku ev nivîsa biryarên wî ji bo hemû organên YNKê bê şandin.

YNKê roja 2ê vê mehê, biryar da ku Lahûr Şêx Cengî li gel serkirdeyên partiyê Ala Talebanî, Jîno Mihemed û Şaduman Mela Salih ji partiyê bên dûrxistin û endamtiya Aras Şêx Cengî ya serkirdayetiya partiyê bê rawestandin.

Roja 8ê Tîrmeha 2021an pirsgirêkên di navbera hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de bi zelalî derketin holê û Bafil Talebanî berpirsên dezgehên Zanyarî û Dije Terorê guhertin.

Herwiha desthilatên hevserokatiya YNKê yên Lahûr Şêx Cengî jê hatibûn wergirtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin