Kûsî vegerîyan ser warê xwe!

Kûsî vegerîyan ser warê xwe!

Qeraxa Odisha, dîsa bûye warê kûsîyan!

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Ji ber vîrusa koronayê belav nebe gelek dewletan hemvelatîyên xwe mecbûrê malê kirine ku ew karantînayê de bimînin

Piştî karantînaya dinyayê tiştên balkêş diqevimin li hin cîyan. Cîyên ku berê ji bo hin heywanan sitarî dikirin ji nû ve dibin warên wan. Bi gotineke din gava însan li malên xwe dimînin hin heywan jî dest pê dikin vedigerin ser axên xwe. Bela ku însan cîh li wan teng dikirin.

 

Mînakek xweşikî ya vê yekê, li qeraxê perava rojhilatê Hindistanê li herêma Odisha hat dîtinê.

 

Li Hindistanê ji ber ku 21 rojan mirov di karantînê de ne, hezeran kûsîyên behrê ku wek Olive Ridley têne bi navkirinê, ev heft sale nedihatin qeraxên Odishayê. Lê îsal piştî heft salan cara yekeme ku dema biharê hatine qeraxên Odishayê û hêkên xwe kirine. Qeraxa Odisha, dîsa bûye warê kûsîyan!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin