Kursên kurdî ya Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dest pê bike

Kursên kurdî ya Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dest pê bike

Komeleya Lêkolînên Kurdî wê 5ê Çirîya Pêşîyê dest bi dersên kurdî bike. Di kursan de waneyên kurmancî, kirmanckî û soranî wê bên dayîn.

A+A-

Kursên kurdî yên serdema payîza 2019an, di 5ê Cotmehê de li Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin. Vê serdemê dê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî ders bên dayîn. 

 

Li gorî rêgezên komeleyê, kesên ku cara ewil dê biçin kursên kurdî li gorî hin xalan yan ji asta yekem yan jî ji asta duyem dê dest pê bikin:

 

• Asta Yekem, asta destpêkê ye û di vê astê de ji bo kesên ku qet bi kurdî nizanin perwerdehî tê dayîn. Kesên ku di vê rewşê de ne, divê ji bo asta yekem qeydên xwe çêkin. 

 

• Asta Duyem, asteke navincî ye. Kesên ku bikarin bi kurdî biaxivin, eger heta niha qet nehatibin kursên zimanî, divê ji bo vê astê qeydên xwe çêkin.

 

• Ji bo astên jortir divê xwendekar astên jêrtir bi awayekî serkeftî qedandibin. Heta ku asteke jêr bi awayekî serkeftî neqede, kesek nikare derbasî asteke jortir bibe.

 

Li gorî daxuyanîya ku Komeleya Lêkolînên Kurdî weşandîye her astek wê 3 mehan bidome. Divê xwendekar bi rêk û pêk li dersan beşdar bibin. Di dawîya her astê de jî wê ezmûn bên çêkirin û kesên ku ji ezmûnan bi serkeftî derbas bibin, eger di berdewamîya wan de pirsgirêk tune be, wê asta xwe bi awayekî serkeftî biqedînin û bawernameya xwe werbigirin. Her weha  mafê derbasbûna asteke jortir wê bi dest bixin.

 

5-040.jpg

 

Kesên ku bixwazin beşdarê qursan bibin divê heta 30ê Îlonê an forma Komeleyê amade kiriye dagirin an jî rasterast serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin. 

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin