Kurdperwerê Hêja Egît Tanrikûlû ji nav me koç kir

Kurdperwerê Hêja Egît Tanrikûlû ji nav me koç kir

Ez û ew, endamên Komuna DDKOyê em bibûn dostên hev yên nêzik. Em her wext li cem hev bûn. Me û wî her dem pirsên Tevgera Kurdistanê û mijara milî ya Kurdistanê qise dikir.

A+A-

Kurdperwerê Hêja Egît Tanrikûlû ji nav me koç kir…

 

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Birayê Delal û Kurdperwerê Hêja Egit Tanrıkûlû Ji Nav Me Koçkir Çû Ser Dilovaniya Xwe û Li Pişt Xwe Jî, Heval/Dostên Xwe Xemgîn Hiştin...

Kek Egît Tanrikûlû, duho (12ê Îlona 2016an) jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç kir çû nav kurdperwerên nemir û qedirbilind.

Wî jî, di civata wan kesên qedirbilind yên milî û zanyarî de ciyê xwe girt. Kona xwe veda. Qasî xemgîniya me li wir jî kêfxweşî pêk anî.

Li wir dest pê kir, rewşa miletê me û Kurdistanê bi raporeke devkî pêşkêşî, Şêx Abdûlselam Barzanî û Şêx Ehmed Berzanî; Şêx Mehmûd Berzencî û hevalên wî; Dr. Nurî Dersîmî û hevalên wî; Xalid Begê Cibrî û hevalên wî; Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û hevalên wî; Îhsan Nurî Paşa û hevalên wî; Seyîd Riza û hevalên wî; Qadi Mûhammed û Dr. Qasimlo û Hevalên wan; Seyid Abdûlkadir û hevalên wî; Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî; hemû fedaiyên Kurdistanê kir.

Wî, agahdariya dewletbûna li Başûrê Kurdistanê da wan, ew gelek kêfxweş bûn. Lê dema ew partiyên li dijî dewletbûnê Kurdistanê pêşkêşî wan kir, ew gelek xemgîn bûn.

                                              *****

Min Kek Egît, piştî derbeya leşkerî ya 12ê Adar a 1971an nas kir.

Ew jî, ji bona ku ji Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û Serokê Tevgerê Mele Mistefa Barzanî re alîkarî kiribû û endamê PDKê bû, hatibû girtin.

Li wî û li hevalên wî (Axa Abdûlkadîrê Okten, Axa Remezanê Haşîmoğlû, Axa Xûrşît Okten, Mele Şebab û hevalên din) gelek eşkence hatibû kirin. Lê wî tiştek qise nekiribû.Wî hêjajiyên xwe yên kurdî biwek navê xwe bi egîtî parastibû.

Loma jî di dilê eşkencekaran de birînek mezin vekiribû.

                                *****

Di hepsê de kesekî tehemmulkar û fedekar û bi hevalên xwe re gelek li hevkirî bû.

Têkoşerekî gelek baş yê kurdperwer bû.

Tirs jî nas nedikir.

Ji kesên feqîr yên girtî re gelek alîkar bû.

Cigare kişandina wî li hepsê gelek bi navûdeng bû. Her deqîqeyê cigara wî di devê wî de bû. Her çiqas me ji zerar a cigareyê qal bikira, wî diavêt bin gûhên xwe. Ew bi gotinên me dikeniya. Wî cigarekişandina xwe heta ev salên dawî domand. Divê bê qebûl kirin ku cigarekişandin li wî jî dihat.

Lê dema ku ji cigareya Kek Egît bê qal kirin, divê qelûnê Mele Ebdûrrahman Ûçaman jî nayê bîra kirin. Bila serê malbata wî û dostên wî jî sax be.

Kek Egît, li hemberî karbidestên faşîst yên hepse jî tu wext serê xwe netewand. Ew jî her dem li hemberî karbidestên hepsê çalakvan bû.

Ez û ew, endamên Komuna DDKOyê em bibûn dostên hev yên nêzik. Em her wext li cem hev bûn. Me û wî her dem pirsên Tevgera Kurdistanê û mijara milî ya Kurdistanê qise dikir.

Piştî em ji hepsê derketin jî, dostaniya me domand.

Lê bi taybetî piştî ez ji penaberî û surgunê vegeriyam welêt KurdistanÊ, pêwendiyên me xûrttir bûn. Ez li Silopiyê gelek caran bûm mêvanê wî.

Demek dirêj e ku nexweşiya dil li serê wî bibû bela. Loma jî gelek caran ji bo nexweşiyê dihat Amedê. Cara dawiyê min ew li Amedê di nexweşxaneya unîversîte de dît.

Cigare li serê wî bibû belayeke mezin. Lê wî nikarî dest ji vê belayê berde. Dostê me yê mişterek Dr. Îsmaîl Vesekê Cizîrî gelek li ser nexweşiya wî disekinî.

Hezar mixabin, me Dr. Îsmaîl Vesek zûtir wenda kir.

Ew berpirsiyarê eşîr û malbateke mezin bû. Ew wek axa dihat nas kirin. Lê wî ew nava ji bona xwe wek kariyekê nedihesiband.

Ew hevaldostê gel û feqîran bû. Bi wan re rûdinişt û radibû. Tu dem li wan biçavekî biçûk nedinêrî.

Tu tişt nebû sedem ku ew dilsoziya xwe ya kurdewarî bigûherîne..

Wî tavayī jiyana xwe bi awayekî mutewazî bi dozgeriya milī ya kurd re li hev kir.

Ew her dem bû dostê Tevgera Başûrê Kurdistanê û di ev qonaxa dawî de jî, ji Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî re balpiştekî xûrt bû. Projeya wî ya dewleta kurd ji dil û can de rast didît û piştgirî kir.

Ew li dijî xeteriya PKKê bû. Tu wext ji wan re nebû piştgir.

Ez bi mirina wî gelek xemgîn im. Ez baş dizanim ku hemû dost û hevalên wî û malbata wî jî gelek xemgîn in.

Bila serê miletê kurd, malbata wî, dost û hevalên wî, hezkerên wî sax be.

Ewê her dem dilê kurdperweran de bijî.

Amed, 13. 09. 2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin