Kurdo Baksi: ‘Enqere her li dijî mafê gelê kurd e'

Kurdo Baksi: ‘Enqere her li dijî mafê gelê kurd e'

Akademîsyen û nivîskarê kurd ku bi salane li dîasporayê dijî Kurdo Baksî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê, bêdengiya cihanê û rewşa dawî ya herêmê şîrove kir.

A+A-

Akademîsyen û nivîskarê kurd ku bi salane li dîasporayê dijî Kurdo Baksî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê, bêdengiya cihanê û rewşa dawî ya herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Baksî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê rasterast li hemberî destkeftiyên kurdan e û Enqere naxwaze kurd mafê xwe bi dest bixin.

‘ENQERE HER LI DIJÎ MAFÊ GELÊ KURD E'

Rojnamevan Kurdo Baksî di axaftina xwe de sedema operasyona li hemberî Efrînê nirxand û got: "Gelek sedemên êrişa artêşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê hene. Yek ji wan jî dijderketina Enqereyê li hemberî mafê gelê kurd e. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan naxwaze kurdên Rojava bigihîjin mafê xwe. Li Tirkiyeyê bi kemasî 25 milyon kurd dijîn û heta niha kurdan çi mafê xwe bi dest xistiye. Çend heqê ku hatibûn dayîn dîsa ji kurdan hatin standin."

‘ERDOGAN BI OPERASYONÊ TÊKILIYÊN XWE BI AMERÎKAYÊ RE TEST DIKE'

Nivîskar Kurdo Baksî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji sedema operasyona leşkerî jî hisabê navxweyî ye. Erdogan bi operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê dixwaze di hilbijartinên 2019an de dengê xwe zêde bike û dîsa bibe serokomar. Xaleke din a girîng jî Erdogan dostaniya xwe ya bi NATO û Amerîkayê test dike û dixwaze fêr bibe bê çi qas tê hêzkirin. Eger bersivê berhev bikim dikarim bêjim ku Erdogan têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re test dike, bi ti awayî nahêle kurd bigihîjin mafê xwe û dixwaze di 2019an de dîsa bibe serokomar."

‘NE TENÊ DI ÊRIŞAN DE BI ÎŞKENCEYAN JÎ ÎNSAN TÊNE KUŞTIN'

Kurdo Baksî ji bo bêdengiya kuştina xelkên sivîl rexne li sazî û dezgehên navneteweyî kir û got: "Kuştina sivîlan ji bo dinyayê şermezariyeke mezin e ku li hemberî êrişên ser sivîl ên artêşa tirk bêdeng dimîne. Trajediyeke pir mezin li wir diqewime, lê dinya bêdeng e. Tenê ne di êrişan de sivîl têne kuştin, bi îşkenceyan jî însan têne kuştin. Vîdyoyên ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bixwe belav kiribûn û dîmênên însanên ku bi îşkenceyê têne kuştin li ser medya civakî jî belav bû û hemû dinyayê ev dîmên dîtin. Digel van doneyan jî welatên mezin û endamên Neteweyên Yekbûyî çavê xwe girtine."

‘PIŞTGIRIYA KURDAN ZÊDE DIBE'

Baksî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo 5 endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dengê xwe nakin welatên din jî bêdeng dimînin. Lê bawerim di van 2-3 rojên dawî de wek ku guherînek heye û ev mijar ketiye rojeva cihanê. Helbet piştgiriya cihanê jî bi berxwedana kurdan ve girêdayî ye. Kurd çi qas tekoşîna xwe bijdînin wê piştgiriya ji bo wan zêde bibe."

‘PROPAGANDAYÊN ERZAN ZIRAR DIDIN KURDAN'

Kurdo Baksî di dawiya axaftina xwe de bangî kurdan kir û got: "Beriya her tiştî divê hemû vîdyo, wêne û materyalên kurdan ên propangadayê rast bin û tenezûlî amûrên bêbingeh nekin, girîngiyê bidin xurtkirina lobiya kurdî ji bo ku lobiya kurdî pir qelse mirov dikare bêje tineye. Û ya dawî jî di vê pêvajoyê de divê cudahiya partîbûnî nekeve navbera kurdan û her kes bi erkekî niştîmanperwerî xwedî li meseleyê derkeve. Ji bo ku ti ferq û cudahî di navbera Efrîn, Silêmanî, Amed û Mahabadê de tineye. Lewma problem jî û serkeftin jî bo hemû kurdan e. "

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin