Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdno şiyar bin hûn bi destê PKK HDP têk diharin

A+A-

 

Li bakurê Kurdistanê  bi destê PKK HDP piraniya hêjayiyên kurdistanî yek bi yek têk çûn û diharin. Tenha ziman û hizra ango baweriya neteweyî maye. Ji bona vana jî têk bibin, bi her awayî li ser kar in.

Loma divê kurd şiyar bin û bizanibin ango fêr bibin ku bê çi lîstik, tofan û afat li ser hêjayiyên wan têne lîstin.

Divê kurd vê baş fêr bibin ku çi dema PKK HDP behsa yekitiyê kirin, bizanibin şer û pevçûn li dûye.

Çi dema behsa tifaq an yekîtiya netweyî kirin, bizanibin ku ji bona wê baweriya neteweyî ku hê bi hin kurdan re maye jî têk bibin e.

Çi dema gotin zimanê dayikê divê bêparastin, hûn bizanibin sînyalê dide ku zimanê kurdî bi pêşve dihare divê pêşî lê bê girtin.

Ev serê 40-50salan e ku li dij ala kurdistanê ne, niha dibînin ew bûye sembola kurdan ya neteweyî, loma wê bixwazin vê hizrê, baweriyê têk bibin. Ji ber wê jî dikarin bêjin ev al ya me ye jî.

Heger vê alê qebûl dikin, bila berê sedema ku ev 50 sal in qebûl nekirin bêjin da ku mirov bawer bike ku êdî ala Kurdistanê jî weke ala xwe bibînin.

Lê bawer nakim, ji ber ku dema wan ev ala pîroz qebûlkirin, divê ji bona kurdistaneke azad û serbixwe jî tekoşînê bidin. Ev jî tê înkarkirina teza ango nêrîna wan ya “bratiya gelan”.

Yanî divê êdî dev ji bratiya bi dagirkeran re berdin û li xwe, li brayê xwe ê kurd vegerin. Ev jî zehmet e. Çima?

Ji ber ev 50 Salin ji bona vê kar kirine û dikin. Nikarin û nahêlin dev ji vê yekê berdin.

Tenha armanca wan ewe ku, weke çawa PKK di destpêka şerê xwe de got: ”Em ji bona kurdistaneke azad, serbixwe û yekperçeyî şer dikin” îro li ku ne hûn ji min çêtir dizanin…

Lê ya xerab ewe ku hêjî hin kurdan, rêxistinên wan ev yeka ango xapandina PKK fêm nekirin û hin jî naxwazin vê fêm bikin.

Ji ber ku PKK xwe dê hêz û pereye, ew bi saya vana dikarin bi rehetî însanan, rêxistinan, weşanxanan û medya hin kurdan bikirin û li ser navê gel bi wan re yekîtiyan amade bikin. Bi vê jî wê bixwazên gelê kurd û yên siyasetmedarên weke nanê li ser sêlê bixapînin.

Ev 40-50 salin ku PKKê her carekê bi awayekî bi rêyekê ev gel xepandine. Bi vê jî piraniya hêjayiyên kurdan têk birine, niha derd û daxwaza wê her ewe ku mesela zimên û netewetiyê jî têk bibin da ku êdî tu asteng ji bona yekrêzî û xurtkirina komara tirkiyê nemîne.

Êdî ew jî, em jî cîhan jî dizane ku PKK nikare rola xwe ya xerab li başûrê kurdistanê bide lîstin. Ji bona wê gelek hewldan, kiryar û bûyerên qirêj kirin, lê bi serneket.

Ji ber vê ye niha bi hemî hêz, cahd û qaweta xwe li bakurê Kurdistanê têdikoşe ku wir weke xwe bikin. Hemî kurdên ku xesandinin ji bona komara tirkiyê kar û xebatê bikin, hazir û perwerde dikin

PKK HDP niha li bakurê kurdistanê piraniya dezgeh, weşanxane, komela û medya kirine destê xwe. Hin bi peran kirîne, hin bi tehdîtan dikin weke xwe. Lewra jî niha bêwan li bakurê kurdistanê êdî tu gavên ji bona pêşvebirina zimên û hizra neteweyî neyê avêtin.

Piraniya weşanxanên heyî ji bilî yên kirîne ya jî tehdîtkirine ku pirtûkên ne li gor dilê wan, neyên weşandinê. Lewra niha Gelek weşanxane nikarin li gor dilên xwe pirtûkên ew dixwazin ango yên jê hez dikin bidin weşandinê.

Van tiştên min li jor nivîsîn divê kurd li ser rawestin û li hember vê bibin xwe dî helwesteke weha ku ev daxwaza wan ya talî ku ji bona hebûna kurdan girîng e, bi ser nekeve.

Gotina min ji partî, rêxistin, komele, kes û kesayetiyên ji bona gelê xwe dixwazin kevirekî bidin ser kevirekî divê vê bêhelwest nehêlin. Heger vê nekin wê weke Gelek tiştên din ku bi saya PKK ji destan çûne, vana jî wê herin.

Piştî çûyina wan êdî hûn bi tepikan li çongên xwe jî bidin bêfêde ye. Me di van 40-50salan de gelek tişt wenda kirine, balo ji bona parastina ziman û baweriya neteweyî divê em rê nedin PKK HDP ku wan jî têk bibin.

Heger ev jî têkçûn,hûn bizanibin heta pêncî salan kurdên bakur dê nikaribin dengê xwe derxin. Wê di nav çerxa asimlasyonê de bihelin, jixwe ew çerx roj bi roj kurdan dihêre.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar