Kurdiya Whatsappê hat amadekirin

Kurdiya Whatsappê hat amadekirin

Êdî bikarhênerên WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsAppê wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin

A+A-

Sepana peyamşandinê WhatsApp Messenger êdî bi kurdî ye. Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bikar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe.

Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê amûr û videoyên teknolojiyê li ser kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WahatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û vê xebata xwe temam kir.

Nenasî got: “Pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bikar tînin. Lewma min xwest êdî WahatsAppa kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Pişt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”

Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ dê belav bikin û wiha got: “Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiştî binivîsinin li ser malpera teknîstanê. Daxistina wê zor nîne. Tenê li şûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin. Her tişt eynî ye. Ne hewceye pê li tiştekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.”

(E-ROJNAME)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin