Kurdistanîyên Almanya navîn piştgirîyek  xurt didin Tifaqê

Kurdistanîyên Almanya navîn piştgirîyek xurt didin Tifaqê

Ji bo pişgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li bajarê Kolnê civînek hat li dar xistin. Nûnerên partî û rexistinên kurda, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û Kurdistanîyên ku NRW dijîn beşdarî civînê bûn.

A+A-

Ji bo pişgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li bajarê Koln civînek hat li dar xistin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê nunerên partî û rexistinên kurda, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û Kurdistanîyên ku NRW dijîn beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir. Modoratorên civînê Endamê Meclîsa PSK Serhat Amedî û Endamê Meclîsa PAKê Sîrac Kirici bûn. Civîna pişgirîya Tifaqa welatperwer û Demokrat bi axavtina endamê meclîsa PAKê Sîrac Kirici destpêkir.

Sîrac Kirici li ser navê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK û li ser navê Partîya Azadîya Kurdistanê -PAKê xêr hatinê li beşdarên civînê kir. Sîrac Kirici di berdewamîya axavtina xwe de destnîşan kir ku" PSK û PAKê bi namzedên serbixwe li Kurdistanê ezbera siyaseta yek dengî û yek rengîyê xera kir. Siyaset helwestgirtin e, siyaset çareserî ye, siyaset vîzyon e, siyaset terefgirtin e. PAK û PSK li hemberî siyaseta qeyum, înkar û tunehesibandinê, li hemberi siyaseta xendek û berîqatan, li alî doza kurd û Kurdistanê teref girtine. Bi deklarasyona xwe û bi namzedên serbixwe bingeha guhertinê ava kirin. PAK û PSK û hin rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd bi vîzyona xwe ya şarederîyek çewa, welatek çewa, revebirîyek çewa, demokrasî û beşdarîyek çewa teref bûyîna xwe li alî welatê xwe Kurdistanê danî. Em qezenc bikin an wenda bikin ev deklarasyona manîfestoya li ser axa xwe îdarekirinê ye."

Serokê PSKê rêzdar Mesud Tek û Serokê PAKê Mustafa Özçelik bi rêya Skypê beşdarî cîvînê bûn. Mixabin ji sedema Serokê AKP Erdogan li Dîyarbekirê mitîngekî li dardixist, sîstema înternetê têk çêbû, axavtina berêz Mesud Tek baş nehat fêmkirin.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk di axavtina xwe de got: “Îro li meydanê 3 alternatîv hene, yek; ewên ku dibêjin şer û dibêjin yek dewlet û yek millet û yek welat û yek al, ya din ku dibêjin cumhurîyeta demokratîk, netewa demokratîk û welatê hevbeş û milletê me di xendekan de fetisandin, ya sêyem jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat e, ku dibêje milletê Kurd, dibêje Kurdistan û dibêje azadî. Ji vê zêdetir cihê tu gotinî di meydanê de tuneye...”

tifaq-2x-001.jpegÖzçelik dîyar kir, ku ew wek Tifaqa Welatperwer û Demokrat li ser bingeha dijayetîya tu kes û alîyekê siyasetê nakin û tekez kir, “lê belê em hene û em di bin sîya tu kesî de sîyasetê nakin.”

Moderatoran dubare xwestin ku bi Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek re, bi rêya SKYPê tekilî deynin, lê mixabin hevdîtin pêk nehat. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek dîyar kir ku axavtina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk wek axaftina xwe qebûl dike.

Ji nav beşdarên civînê pirsa sedemên girtina PAK û PSK hat kirin. Özcelîk got:" Partî vekirin bi îcazetê nabe, daxistin, qedexekirin û rê li ber girtina partîyên ku bi navê ‘Kurdistan’ê hatine damezrandin, ne hiqûqî ye, li dijî mafê mirovan e, li dijî mafê xwe îfade kirinê ye, li dijî mafê azadîya ramanî û azadîya xebata birêxistinîyê ye. PAK bangî Dewleta Tirkîyeyê dike ku rêzê li azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî bigre."

Li ser navê Hevkarî Almanyayê Rêzdar Şexmus Rêzan, gotara xwe peşkeş kir. Şexmus Rêzan, destnîşan kir ku Hevkarî Almanya, piştgiriya Tifaqa Welatperwer û Demokrat dike.

Civîn bi koma muzîkê bi dawî hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder