Kurdistanîbûn yan Tirkiyeyîbûn!

Kurdistanîbûn yan Tirkiyeyîbûn!

Di despêkê de bibin kurd û Kurdistanî, wê gavê hûn dikanin bibin rûmeta kurdan!

A+A-

Rashid Azaro

Me got, Kurd û Kurdistan!

Gotin, Tirkiye bûn!

Me got, Amed!

Gotin, Enqera!

Me got ala rengîn!

Gotin, ala tirkan nirxê hevbeş e!

Me got cîrantî!

Gotin, mili misaq!

Me got, hevbendiya Kurdistanî!

Gotin, hevbendiya çep û demokratîk

Me got, self determetion!

Gotin komara demokratik a Tirkiye yê!

Me got, ev sunda li parlementa tirkan tê gotin, înkara xwe bi xwe ye, li dijî kurd û Kurdistanbûyinê ye. Nîjadperestiya Tirkan a kemalizmê ye!

Gotin, hûn qewmiyên kevnar in!

Me got partiyên Kurdistanî!

Gotin partiya tirkiyebûnê!

Îja Tirk bi hebûna wan ya di parlementa xwe de ne razî ne! Û dixebitin wan ji parlementa xwe derînin... Li wan jî dan!

Gazinan dikin, dibêjin parlementerên HDPê rûmeta me kurda ne. Dibê em li wan xwedî derkevin!

Dibe ew parlementerên partiyeka Tirkiyeyê rûmeta xwe bibînin, ew mafê wan in.

Ez kurd im. Ez mafê xwe nadim wan, ku partiya xwe Kurdistanî nabîne û Tirkiyeyê biparêze, ala tirkan di mitîngên xwe de bihejînin, mili misaqê biparêzin, ser navê min û xwe rûmeta min bibînin.

Şer di navbera wan partiyên Tirkiye yê de ne, wek kurd, çi karê min ji wan heye!

Tirk dixwazin, parlementên partiyeke Tirkiyeyê ji parlementa xwe bavêjin, wek kurd, çi karê min ji wan heye

Partiya wan xwe Kurdistanî nabînin, çima wê bibin rûmeta min, ez kurd im?!

Ku ew dixwazin kurd wek kurd li wan xwedî derên, dibê ew dev ji Enqerê berdin, werin Amedê û ji bo wê sunda nîjadperestiya Tirkan ku wan li parlementa Tirkan xwendin, ji gelê kurd efa xwe bixwazin.

Ji bo ku wan ala Tirkan û wênê Kemal di kongera xwe de daliqandin û ew di mitingên xwe de hejandin, wan çalakiyan wek gunehên xwe qebûl bikin, wê gavê ez ê wek kurdek li gel wan bim û wan biparêzim!

Di despêkê de bibin kurd û Kurdistanî, wê gavê hûn dikanin bibin rûmeta kurdan!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum