”Kurdistanî ne tu cî yê welatên xwe hemwelatiyên rasteqîn in”

”Kurdistanî ne tu cî yê welatên xwe hemwelatiyên rasteqîn in”

Li Stockholmê semînerek li ser ”nuha û dahatuya parçeyên kurdistanê û ronahiya gotara Dewlet/Netewe” hate li darxistin. Mûrad Ciwan, Şahîd Elewî û Xalid Xeyatî semînerê pêşkêş kirin.

A+A-

Rûpela Nû, 27-11- 2016 Stockholm
Li Stockholm semînerek li ser ”nuha û dahatûya parçeyên kurdistanê û ronahiya gotara Dewlet/Netewe” hate li darxistin. Semîner ji aliye Kurdish Diaspora (Rewenda Kurdî) hatibû organîzekirin û bi zimanê kurdî bû.

Di semînerê de, niviskar, lêkolîner, rojnamevan Mûrad Ciwan li ser nuha û dahatuya Bakur û Rojavaye Kurdistanê axivî. Di axaftina xwe de M.Ciwan li ser Tirkiye Kemalîst çewa guherî bû Tirkiya Ak partiyê sekinî û got Ak partî dema hat ser hukum heta nuha di gelek guherînan de derbas bû. Destpêkê li hember Kemalîzmê bû, li pirsa Kurd nerm mêze dikir, dû re guherî bi Kemalîstan re îttîfaq kir, polîtîkaya wan a hişk a li hember tevgera Kurd hilbijart, mutefîkê xwe Cemeata Fethullah Gulen tasfîye kir. Balê kişand polîtîka Tirkiyê a li rojava û başûrê Kurdistanê. Di beşek axaftina xwe de KCK analîz kir, got ev şeklê organîzasyonê li pêşiya çareseriya pirsa Kurd de dikare handîkapên mezin veke.

Nivîskar û rojnamevan Şahîd Elewî, li ser nuha û dahatuya Rojhelatê Kurdistanê axivî, qala qelsbûna şuûrê netewî kir, got nêzîkbûna zimanê Farisî û Kurdî di vî warî tesîreke xwe heye. Cîlên nû radibin tesîra tevgera netewî a çakdarî ya salên 80yî hîs nakin. Di vir de rola feqîbûna xelkê jî heye, gel dema dû nanê xwe yê rojane de ye, karê siyasî dide aliyekî.

Mamosteyê Zanîngehê Xalid Xayatî li ser zerûreta gotara dewlet/netewe u perspektîva bakur û başûre Kurdistanê axivî. Xalid Xayatî di axaftina xwe de got neteweyên bê dewlet, bi her awayî bê sitar in, bêyî başûrê Kurdistanê ku ev 25 salên dawî,  di rastiyê de ne hemwelatiyên rasteqîn in. Tevgera Kurdistanî dibe problemeke nevxweyî, tu yasayên navnetewî nikare wan li hemberî zulm û zordariya mêtingehkarên biparêze.

Mamoste Xeyatî nimûna bajarên bakurê Kurdistanê ku van dawiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye rûxandin da, got heger Kurdistan xwediyê statuyekê bûna Tirkiye nikaribû bi hewqas hêsanî tarûmar bikira û dinya jî kerr û lal bimana. Di vir de mîsala Tûmura Rojhilat û Başûrê Sudanê da. Berê Endonezya di yek carî de 200 hezar mirov kuşt ku nifûsa Timûra Rojhilat milyon û 200 hezar e û ya Endonezya 160 milyon e. Lê ew dest ji xewna serxwebûnê bernedan. Sudan jî başûrê welatê xwe ku piraniya wan xirîstiyan in dabû ber jenosîtê. Lê piştî her du cî jî serbixwe bûn, ew jenosît û îmhakirin bi zirxê yasayên navnetewî sekinî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin