Kurdistanî dengê xwe bi radyoyan radigihînin: Me bi parêzin

Kurdistanî dengê xwe bi radyoyan radigihînin: Me bi parêzin

Windakirinên mirovî û madî ji ber operasyona ku TSK'ê daye destpêkirin, her ku diçe li Herêma Federal a Kurdistanê zêde dibin

A+A-


Windakirinên mirovî û madî ji ber operasyona ku TSK'ê daye destpêkirin, her ku diçe li Herêma Federal a Kurdistanê zêde dibin. Gelê herêmê xwe bi telefonan digihînin weşanên zindî yên radyoyan û bêdengîya hikûmetê şermezar dikin û banga parastina xwe dikin. 
 
Operasyona bi navê "nehpik" ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 27'ê Gulanê de li Herêma Federal a Kurdistanê da destpêkirin, dibe sedema mirina sivîlan û windabûna madî. Gel bi rêya telefonê xwe digihînin weşanên zindî yên radyoyan û li dijî bêdengiya dethilat û çapemeniyê bertekên xwe tîne ziman û banga parastina xwe li desthilata herêmê dikin. 
 
TŞTÊN JIYA JI RÛDAWÊ RE RAGIHAND
 
Li herêma Kortekê ya Binarê Qendîlê ku ji ber bombardûmana TSK'ê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û 5 sivîl jî birîndar bûbûn gel gelek bi bertek e. Li herêmê gel bi telefonê li weşanên zindî yên radyoyan digerin û bertekên xwe tîne ziman. Herî dawî li gundê Zergelê welatiyê bi navê Îsmaîl bi telefonê xwe gihand bernameya Radyoya Rûdawê ya “Namekatan Gihiştin” ku "Pirsgirêkên Civakî yên Hewlerê" têde dihatin nîqaşkirin û tiştên tên serê wan vegot. 
 
ÇAPEMENIYA HERÊMÊ SANSUR DIKE
 
Îsmaîl di weşanê de diyar kir ku di demên dawîn de ji ber êrîşên hewayî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane, rez û bostan şewitîne û sewal mirine. Îsmaîl da zanîn ku çapameniya herêmê tiştên têm serê wan sansur dike û nagire dest û wiha got: "Li gel ku li Hewlêr û Silêmaniyê gelek sazî û dezgehên çapameniyê hene jî mirina sivîlan a ji ber êrîşên hewayî qet nakin nûçe. Xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê dagirkirin, li gel vê yekê jî di serî de PKD tu partiyeke herêmê ve yekê şermezar nake." 
 
NIKARIN BIÇIN REZÊN XWE
 
Di berdewama axaftina xwe de Îsmaîl dest nîşan kir ku ji ber bombardûmanê nikarin biçin nav rez û bostanên xwe û ev tişt anî ziman: "Em nikarin sewalên xwe biçirînin. Ji ber bombardûman dewleta tirk sewalên dimirin. Deverên ku tên bombardûmankirin gerîlayên PKK'ê tunene. Bila bên lêkolîn bikin. Dê wê demê bibînin ku tu gerîlayekî PKK'ê li vir tuneye. Her wiha divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destûr nede ku dewleta tirk xaka wê dagir bike û gelê herêmê li dijî dagişrkeriyê biparêze." 
 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin