Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike

A+A-

Berê min nivîsa bû, herweha ne ez tenê, jexin dewletên dagirker û bi şermokî be jî hinek dostên wana, kesên rewşa başûrê Kurdistanê dişopînin xwedanê heman dîtin û baweriyê ne: Ev jî, cîhan amede ye ku rêz li encamê Rapirsîna Serxwebûnê bigre, lê mixabin hêj di nava mala Kurdî da yekrêzî temamen pêk nehatiye.

Hilbijartina serokê Gorranê, destpêkirina peywendiyên Partîya Demokrata Kurdistanê bi Gorranê va, herweha civîna dawî ya di navbera PDK û YNK da, ku biryar hatiye stendin “heta du hefteyan Parlementa Kurdistanê têt çalek kirin”, bona her welatparêzê Kurd cîyê kêfxweşî ye û hêvîyên me geş dike.

Rêya yekrêzîya nava mala Kurdî ev e, bila em bawerbin ku roja ew pêkhat, bê guman piştevanîya Rapirsîya Serxwebûnê dê duqat bibe.

Heta roja îro, ji ti dewletan, ji ti saziyên navneteweyî peyamek li dijî Rapirsîna Serxwebûnê nehat bihîstin, tene hinek dewlet, bo mînak Dewletên Yekbûyî Amerîka, Federasyona Rusya  û Yekitîya Ewrupa di peyamên xwe da bale dikşînin ser neguncawbûna dema wê.

Bi ya van dewletan, şerê li dijî rêxistina terorîst DAİŞê girîng e û hêj rêxistin temamen ji holê nehatiye rakirin, dibe ku birêveberina Rapirsînê û encamên wê alozîya li herêmê hêj kûrtir bike!

Bê guman ev dîtinek e, lê dintinek neceribandî ye, ger dewletên dagirker li encamên Rapirsînê rêz bigrin, ku Rapirsîn ev mafekî rewa ye, alozîya herêmê kûrtir nake, berevacî dê hêj siviktir bike.

Jixwe, kesên ku herêmê nas dikin, taybetî serbazên amerikî, rewşa herêmê û gengeşîyên derbarê da baş şîrove dikin.

Her kes dizane ku Rapirsîn û ragihandina serxwebûnê dê hevsengîya siyasî û eskerî li herêmê biguher e, heger hêzên navneteweyî taybetî Hêzên Hevpeyman li herêmê proseyê baş bi rêveberin herêm, dê ji bere aramtir bibe, na ger jê dûr bisekinin aramîya heyî jî dê xera be.

Di halekî weha da ev berpirsyar dibin, ne Kurd.

Bi kûrbûna alozîya herêmê berî Kurdan Hevpeyman dê zirarê bibinin, DAİŞ an rêxistinên terorîst dê serî hildin û bigiştî ewlehîya herêmê û Cîhana Rojava dê bikeve bin xeterê.

Ango, siyaseta dijminane ya dewletên dagirker li dijî Rapirsîn û encamên wê, bi qasî xetera li dijî Kurdan dê ewlehîya Cîhana Rojava û Rusyayê û berjewendiyên wana li herêmê bixe bin xeterê.

Rastiyek heye û Hêzên Hevpeyman û bigiştî cîhanê fam kir, ku bêyî Kurdan şer û têkoşîna li dijî DAİŞê bi sernakeve û em dizanin, ku ev têkoşînek gellekî dem dêrij e, ji ber ku DAİŞ di heman deme da “çandek” e û li hêrêmê her hebû û dê hebe jî.

Ji ber vê, bestandina dema gumcawbûna Rapirsîna Serxwebûnê bi tinebûna DAİŞê va ne rasyonel e, Hêzên Hevpeyman jî dizanin ku bi qasî rêxistinek çekdar û terorîst DAİŞ, çand û kevneşopîyek dîrokî ye, li hêrêmê.

Ger bi vî aqlî em bifikirin, DAİŞ naye tine kirin û dema guncaw jî naye!

Kurd civatek oldar in lê ne tûnd in, di çanda kurdî da li dijî kêmjimar û baweriyên olî yên din ti cara tûndî nebûye, ger dagirkeran han nedabin, hinek feodal nekiribin çoyê destê xwe.

Dîtinek bêlay û balkêş heye: “Ragihandina serxwebûna dewleta Kurdistanê dê xizmeta aramîya herêmê û cîhanê bike.”

Ev dîtin rast e, taybetî kes û eskerên ku hevsengîya siyasî û eskerî ya herêmê dizanin e û ne bêbingeh e.

Rakêşan, heta dijmintîya Erebîstana Siudî û hinek hevalbendên wê bi Îranê va têt zanîn, herweha di vê dawîyê da dîsa krîza Qeterê, peywendiyên Îran û İraqê, siyaset û têkilîyên Tirkîyê, di salên bihurîda şer û pirsgirêkên li herêmê wekî, pirsgirêka Filistînê, dagirîya Kuweytê û şerê li Yemen ê, rewşa Misrê û herweha Lîbya û welatên bakurê Afrika, şerê navxweyî li Suriyê û…hwd, jixwe herêm aloz e.

Ti berpirsyarîya Kurdan di alozîya herêmê da tine ye, berevajî bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê rewşa Îraqê aramtir bibe, hemû grup û hêzên siyasî dê biqasî hêza xwe tevbigerin û hêvî heye, ku Îranê jî vegerîne ser hemdê xwe.

Pirsek gellekî hêsa, em dizanin ku amancê siyaseta DYA li herêmê yek jê, “dorpêç kirina Îranê” ye, gelo Kurdistanek serbixwe dê li vê siyasetê ra baş bibe, an ne?

Ger têt xwestin ku Îran bêt dorpêç kirin, ev destê xwe neke nav karûbarên dewletên li hêrêmê û herweha, derfeta hinardekirina rejîmê xwe nebîne.

Divê Kurdistanek serbixwe hebe.

Kurdistana serbixwe dê xizmeta aramîya herêmê bike, dê xizmeta hevsengîya siyasî, bazirganî û eskerî ya herêmê bike.

31.07.2017/Dusseldorf

 

    

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin