Kurdistan24 spasiya piştgiriyên bona Kurdistan24ê dike

Kurdistan24 spasiya piştgiriyên bona Kurdistan24ê dike

.

A+A-

Rêveberiya Saziya Kurdistan24ê di peyamekê de spasiya eleqe û hevsoziya hemû wan kesayet, sazî û aliyan dike, ku piştevaniya xwe ji bo saziyê nîşan dan.

Rêveberiya Saziya Kurdistan24ê di peyamekê de spasiya eleqe û hevsoziya hemû wan kesayet, sazî û aliyan dike, ku li navxwe û derveyî Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo saziyê nîşan dan.

Piştî êrîşa mûşekî ya derengê şeva 12-13ê Adara 2022yan bi ser armancên sivîl ên Hewlêrê de hate kirin û di encamê de ziyanên mezin ên maddî gihîştin saziya Kurdistan24ê, li navxweya Kurdistan û derve, piştevaniyeke mezin a cemawerî ya peyama medyayî ya saziya me li her çar parçeyên Kurdistanê dît û hevsozî û piştevaniyên wan hêz dan me.

Li pêş hemûyan jî, piştevanî û serdana meydanî ya gelek bi hêvî ya Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha serdana Birêz Mistefa Kazimî û şanda pê re ya ji hikûmeta Iraqa federal û Sekreterê Polîtburoya PDKê û hejmarek wezîr û parlamenterên Kurdistan û Iraqê û parêzgarê Hewlêrê û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, nûner û konsulxaneyên biyanî yên li Hewlêra paytext, herwiha hevsoziya balyozên welatan ên li Bexdayê, sazî, sendîka, rêxistinên pîşeyî û cemawerî, saziyên medya û akademî yên li Herêma Kurdistanê, ajansên medyayî û pîşeyî yên navdewletî û şanda metranên birêz, kesayetên olî û civakî û akademî yên Kurd li navxwe û li derve, nivîskar û rojnamevan û hunermendên Kurdistanê, hemû wan medyakarên ku rûmala êrîşê kirin, hemû wan birêzên ku bi rêya medyaya civakî piştevaniya xwe nîşan dan, cihê spasî û pêzanîna me ne û ew piştevaniya bihêz, bûye havênê moral û berdewamiya me li ser gihandina peyama medyayî ya berpirsyarane û niştimaniyane û mirovane ji bo temaşevan û guhdar û xwendevanan.

Li vir tevî ku em pêzanînên xwe car din tînin ziman ji bo piştevaniya we ya dilsozane, em soz didin ku weke her dem em ê berdewam bin di gihandina peyama xwe ya bihêz a niştimanî û mirovî û ti êrîşek nikare nikare di rêya gihandina erkê me de me paş bixe.

Ji bo piştevaniya we car din spas..

Rêveberiya Saziya Kurdistan24ê

17/03/2022

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin