Kurdistan: Qeyûm bêperwa ne; peykerê Xanî jî rakirin!

Kurdistan: Qeyûm bêperwa ne; peykerê Xanî jî rakirin!

Mixabin li hember van kiryarên qayûman civata kurd kerr û lal bûye û ti reaksîyon nîşan nade.

A+A-

Hat ragahandin Qayûmê navçeya Bazidî ya bajarê Agriyê li Parka Ahmedê Xanî peykerê Xanî tahrîb kirîye û rakirîye..

Heman qeyûm di 29ê Gulanê de di heman navçeyê de navê ’Rêya Îsmail Beşikçi’, bi ‘Rêya Înegol' guhartibû.

Qaymeqamê navçeyê Ulaş Akhan di 24.01.2017ê de li şûna Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekê qeyûm hatibû tayinkirin.

Ne tenê Qayûmê Bazidê qayûmên bajar û navçeyên din jî  heman karî dikin; qayûmê Amedê peykerê Lamassus yê Şaraderîya Bajarê Mezin a Amedê, Peykerê Roboskî û Fîgurên Merwanî yên Şaredariya Yenîşehirê  rakiribû û di 10ê Hezîranê de jî qayûmê navçeya Qaserê peykerê Ugur Kaymazê 12 salî yê ligel bavê xwe bi 13 guleyan hatibû kuştin, rakiribû.

Di 20 Tîrmeha 2016ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi îlankirina Rewşa Awarte hukimeta AKPê berê şaradarên bajêr û navîeyên Kurdistanê ji karên wan dûrxist û ew avetin girtîgehan û di şûna wan de qayûm taînkirin. Ne tenê di şertên Rewşa Awerte da herdem walî û qeymeqam li Kurdistanê xwedîyên selehetîyeka mezin bûne; îro jî qeyûm heman karî dikin û karûbarê şaredarîyan jî birêve dibin.

Mixabin li hember van kiryarên qayûman civata kurd kerr û lal bûye û ti reaksîyon nîşan nade.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin