”Kurdistan niha dixwaze meydanê li ber xwe berfirehtir bike”

”Kurdistan niha dixwaze meydanê li ber xwe berfirehtir bike”

Rojnamevanê Sputnîka Kurdî Mustafa Zengîn bi nivîskar û lêkolînerê siyasî Cemal Özçelik re roportajek kir. Roportaj di malpera Sputnîkê de hate weşandin, em li vir tevahiya roportajê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

A+A-

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Cemal Ozçelik li ser operasyona Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê ya li dijî Kerkûkê û navçeyên din û herwisa li ser rewşa dawîn ya li Herêma Kurdistanê diyar kir ku her çiqas hinek îstisna hebin jî, tevahiya cîhanê di vê pêvajoyê de li hemberî kurdan siyaseteke pir tund meşand.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Cemal Ozçelik li ser operasyona Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê ya li dijî Kerkûkê û navçeyên din û herwisa li ser rewşa dawîn ya li Herêma Kurdistanê ji bo Sputnik Kurdistanê aixivî û got, "Piştî referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê, ji xeynî hin îstîsnayan, ji hêla tevahiya cîhanê ve li hemberî Kurdan siyaseteke pir tund hate meşandin."

 ‘AMERÎKAYÊ RÊ LI BER ÊRÎŞÊN DEWLETÊN HERÊMÊ YÊN LI SER KURDAN VEKIR‘

Ozçelik diyar kir ku dewleta Amerîkayê hîn beriya referandûmê bi awayekî eşkere peyam dabû Kurdan, ku ew dê wan li hember êrîşan neparêze û got, "Di heman demê de bi vê peyama xwe hem dixwest Kurdan tehdît bike û hem jî rê li ber êrîşên dewletên herêmê yên li ser gelê Kurd veke."

Cemal Ozçelik bal kişand ser îdiayên ji bo rêkeftina hin rêveberên YNKê û Iraq û Îranê û ev tişt anîn ziman: "Di encamê de ne tenê dewletên dagirker bi hev re koalîsyon çêkirin, lê Kurd jî di nav xwe de ji hev xistin. Hin rêvebirên YNKê bi dewleta Îran û Iraqê re li ser vekişandina ji Kerkûkê li hev kirin. Ev tev bûn sedem ku rêvebiriya Başûrê Kurdistanê tenê bimîne."

 ‘KURDISTAN BI RAWESTANDINA ENCAMÊN REFERANDÛMÊ DIXWAZE MEYDANÊ LI BER XWE BERFIREHTIR BIKE‘

Nivîskar Ozçelik ev yek jî wekî siyaseta îzolasyon û êrîşkariya gelek dewletan li hemberî rêveberiya Herêma Kurdistanê bi nav kir û ji bo pêşniyara rawestandina encamên referandûmê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê got, "Rêveberiya Kurdistanê ji bo vê siyaseta îzolsyonê û ya êrîşker a gelek dewletan li ser xwe sist bike û mafdariya xwe bi cîhanê bide bihîstin, gaveke wisa nû avêt. Her çiqas ev wek gaveke ber bi başiyê ve nayê qebûlkirin jî, di esasê xwe de mebesta rêveberiya Kurdistanê ew e ku karibe xwe ji tengasiyê xelas bike û meydanê li ber xwe berfirehtir bike. Ger Kurd hişyar bimînin, berxwedana xwe berdewam bikin û ji hev nekevin, ev pêşniyarî dikare rêyeke nû ya ji bo piştgiriya dewletên cîhanê ji bo doza Kurdî veke."

 ‘BEXDA, ENQERE Û TEHRAN BI VÊ PÊŞNIYARÊ JÎ NAYÊN SER RÊ‘

Cemal Ozçelik di warê pêşniyara rawestandina encamên referandûmê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand ku Bexda, Enqere û Tehran vê pêşniyara Rêveberiya Herêma Kurdistanê wekî paşvegavavêtinekê dinirxînin û wisa berdewam kir: "Ew bi vê yekê jî nayên ser rê û vê pêşniyarê ji xwe re wekî fersendeke nû dibînin û dixwazin zexta li ser Kurdan bêtir bişidînin. Heta ji destê wan were, wê bixwazin Kurdan bi temamî teslîm bigrin."
Lêkolîner Ozçelik di axaftina xwe de parast ku armanca van dewletên herêmî tenê ne Herêma Kurdistanê ye û got, "Armanca wan tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê Kurd herêmî nefikirin. Ev êrîş berfireh in û li dijî her çar perçeyên Kurdistanê ne."

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE BI VÊ REWŞÊ BIKE FERSEND Û ÊRÎŞÊ ÇIYAYÊ QENDÎLÊ BIKE‘

Cemal Ozeçlik wisa berdewamî da axaftina xwe: "Hedefên wan ên dûr û dirêj hene. Em vêya dibînin. Lê di demeke kin de dixwazin peywendiyên di navbera perçeyên Kurdistanê de qut bikin. Ango dixwazin deriyê Xabûrê û Sêmalka bidexisînin ku ew pirên navbera Başûr, Rojava û Bakur in. Pişt re dixwazin Başûrê Kurdistanê bikin du perçe, ji bo karibin wê derê bi hêsanî ji hev bixînin. Bi hemleya pişt wê, an jî bi wê re jî, bi taybet dewleta Tirk dixwaze rewşa heyî ji xwe re bike fersend û êrîşeke xurt bîne ser Çiyayên Qendîlê û operasyonên girseyî li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Xwestinên Îranê yên taybet jî hene. Ew jî dixwaze berî ku Kurd li Rojhilat bi awayekî girseyî doza mafê xwe bike, pêşiyê li wan bigre. Şerê "navxweyî" dixwaze îxracî derve bike."

 ‘DI MERCÊN ÎRO DE TI BINGEHEKE JI BO HILBIJRTANÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ TUNE YE‘

Ozçelik li ser taloqkirina hilbijartinên parlamento û serokayetiya Herêma Kurdistanê jî dest nîşan kir ku di mercên îro de bingeheke ji bo hilbijartinan tune ye û ev tişt gotin, "Bi ya min di şertên îro de ti bingeheke xurt ji bo hilbijartinan tune ye. Belkî di peydabûna vê revşê de berpirsiyariya Rêveberiya Başûr jî hebe lê îro xetereya li hemberî Kurdistanê hatiye astekê, ku mijara ewlekarî û parastina destkeftiyan ketiye pêşiya her tiştî. Ji ber vê yekê taloqkirina hilbijartinan di cih de ye. Û mixabin ew derdorên ku daxwaza hilbijartinan dikin, di mijara berxwedan û parastinên destkeftiyên Kurdistanê de tu rolên erênî nelîstine."

 ‘SEROKAYETIYA MESÛD BARZANÎ DIVÊ DI ÇARÇOVEYA REWŞA HEYÎ DE WERE NIRXANDIN'

Cemal Ozçelik li ser pirsgirêka serokayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku divê mirov vê pirsgirêkê di çarçoveya rewşa heyî de binirxîne û got, "Heta ku zelalî çênebe, nabe ku ew dest ji serokatiyê berde. Îro ti kesê karibe dewsa wî dabigire jî tune ye. Ji bo berxwedana neteweyî pêwistiya gelê me bi wî heye. Ya din, Mesûd Barzanî ne siyasetmedarek e ku mirov bi demê û bi caran serokatiya wî bi tixûb bike. Ew serokê şoreşa neteweyî ye. Heta ku gel wî bixwaze û wî hilbijêre, divê mafê wî yê xwe wek berendamê serokatiyê derxîne pêş, her tim hebe. Lê ji bo vêya pêwist e makezagon bê guhertin."

‘DEWLETÊN ROJAVAYÎ JÎ DIZANIN TÊKILIYA HEŞDÎ ŞEIBÎ BI ÎRANÊ RE HEYE'

Nivîkskar Cemal Ozçelik li ser îdiayên ku dibêjin Heşdî Şeibî girêdayî dewleta Îranê ye jî diyar kir ku ev tiştekî diyar e û nayê veşartin û ev tişt anîn ziman: "Generalê Îranî bi awayekî eşkere tê Kerkûkê û şerê li dijî Kurdan bi rêve dibe. Dewletên Rojavayî jî vêya baş dizanin. Lê ji tecrubên salên borî em dizanin ku ev dewletên hanê di despêkê de bi zaneyî çavên xwe ji rêxistinên terorî re digirin, heta heta cihekî ji wan re dibin alîkar jî. Di destpêkê de ji ber ku Heşdî Şeibî li dijî DAIŞê şer dikir û niha jî li ser navê dewletên kolonyal û emperyal Kurdan ceza dikin û ji wan re çav tên girtin. Lê piştî radeyekê dewlet û hêzên navneteweyî wê bixwazin rê li ber Heşdî Şeibî jî bigrin. Jixwe hîn beriya çend rojan berpirsên Heşdî Şeibî gef li Amerîkayê xwar û got, divê Amerîka ji Iraqê derkeve."

‘SIYASETA LAWAZ A AMERÎKAYÊ ÎRANÊ LI HERÊMÊ XURTIR DIKE'

Ozçelik di derbarê Heşdî Şeibî de anî ziman ku baweriya wî ew e, ku dema wext were wê fermana Heşdî Şeibî jî rabe û got, "Di serî de dewleta Îranê, naxwaze bi awayekî tund dewletên herêmê bide hemberî xwe û hîn bêtir dixwaze bi wan re li hev bike. Ev siyaset wê heta kengî bidome em nizanin. Lê ev siyaseta Amerîka a lawaz dibe sedem ku Îran li herêmê bêtir xurt bibe. Bi wê re ne tenê Îran, hevalbendên wan ên kolonyalîst ên wekî Tirkiye, Iraq û Sûriye jî bêtir meydanê li xwe berfirehtir dikin. Di encamê de divê dewletên mezin ên navnetewî bizanibin ku ger Kurdistan di nav vê aloziya Rojhilata Navîn de bibe qurbanî, ew ê jî bi ser nekevin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin