Kurdistan: 6 kesên din bi nexweşîya Koronayê ketine

Kurdistan: 6 kesên din bi nexweşîya Koronayê ketine

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi nexweşîya Koronayê ketin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 24 saetên borî de têsta nexweşîya Koronayê li ser 178 kesan hatîye kirin. Têsta 6 kesan pozîtîf derketîye û tevahîya wan jî xelkê bajarê Silêmanîyê ne.

Li gorî agahîyên wezareta tenduristîyê, 5 kes ji wan kesan zilam û yek jî jin e. Temenê wan ji 23 salan dest pê dike û heta 70 salan diçe. Sê kes ji wan kesên han, mirovên wî nexweşî ne yê ku berîya niha ji ber Koronayê miribû. Yek ji wan nexweşyan jî ji Îspanya vegerîyaye.

Li gorî amarên wezareta tenduristîyê, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi nexweşîya Koronayê ketine gihîştîye 47 kesan ku yek ji wan mirîye, 13 nexweş baş bûne û yên din jî di bin çavdêrîyê de ne.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê ragihandîye, ji destpêka belavbûna nexweşîya Koronayê ve heta niha 4 hezar û 548 hatibûn qerentînekirin. Piranîya wan ji qerentînê derketine û tenê 1630 di qerentînê de mane. Ji wan kesan 866 kes li Hewlêrê, 395 kes li Silêmanîyê, 226 li Duhokê, 38 li Helebcê, 44 li Germîyanê, 36 li Raperînê û 25 kes jî li Koye ne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin