Kurdistan | 12 mirin û hezar û 158 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Kurdistan | 12 mirin û hezar û 158 pêketiyên nû hatin tomarkirin

.

A+A-

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1158 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, ji 1158 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 194 kes li Hewlêrê, 294 kes li Silêmaniyê, 555 kes li Duhokê, 20 kes li Helebce, 78 kes li Germiyanê û 17 li Raperînê ne.

Herwiha hat ragihandin ku ji 12 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyan ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir di 24 demjimêran de 460 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 133428 kesan, ya mirin bû 3799 kes û heta niha 114439 nexweşên koronayê jî baş bûne.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin