Kurdish Rap Night dê li Stenbolê bê pêkanîn

Kurdish Rap Night dê li Stenbolê bê pêkanîn

Rapbêj; Ronî Artîn, XEM, Reqso, Slogan, Kurdoo û Adar dê 12ê Hezîranê, li Stembolê di bernameya "Kurdish Rap Night"ê de stranên xwe yên bi şêweyê rapê bi kurdî bibêjin.

A+A-

Rapbêj; Ronî Artîn, XEM, Reqso, Slogan, Kurdoo û Adar ê 12ê Hezîranê de, li Stembolê di bernameya "Kurdish Rap Night"ê de stranên xwe yên bi şêweyê rapê bi kurdî bibêjin. Bername dê li MUAF Kadikoyê be, DJ Senkula dê di şevê de DJyîyê bike û Gernas Nenas ê pêşkêşkarê bernameyê be.

Rapbêjên; Ronî Artîn, XEM, Reqso, Slogan, Kurdoo û Adar ê 12ê Hezîranê li bernameya "Kurdish Rap Night" stranên xwe yên bi şêweyê rapê yên kurdî bibêjin. Bername dê li MUAF Kadikoyê be, DJ Senkula dê di şevê de DJyîyê bike û Gernas Nenas ê pêşkêşkarê bernameyê be.

510-510.jpg

XEMî di hevpeyvînekê de ji bianetê re li ser rewşa Rapa kurdî gotibû: 

Ez dikarim navê 8 rapbêjan bihejmêrim ku ew li Stenbolê dijîn. Em hene lê li platformên mûzîkê nînin. Ez her dem hewil didim guvaşê li ser hevalên xwe jî çêbikim ku ew jî berheman çêbikin. Em distirin, lê li platformên mûzîkê nînin. Ez gelek dixwazim dostên wek Ronî Artîn û Reqso jî berheman derbêxin. Ez qebûl dikim ku civata guhdaran û pîyasaya rapa kurdî nîne. Lê divê ya kêm li platformên mûzîkê 10-15 nav hebin, ev yek reqabetê çêbike û bi reqabetê pîyaseyek çêbibe. Rapbêj ji beriya dest bi gazindên ji guhdaran bikin divê erkên xwe bi xwe pêk bînin. Çar sal in ku em nikarin behsa berhemeka nû ya rapê bikin.

Çavkanî: Bîanet-Kurdî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin